YPG’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameya 8 şervanên ku li Reqa, Şedad û Efrînê şehîd ketine şekere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameya 8 şervanên ku li Reqa, Şedad û Efrînê şehîd ketine şekere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê, nasnameya 8 şervanên ku di navbara dîrokên 27’ê Tebax-3’yê Îlon a Pêngava Rizgarkirina Reqa, Gundê Ebû Xeşeb a Şedad û Efrînê şehîd bûne eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
“Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku ji 6’ê Hezîranê ve destpê kiriye didome, heta roja me ya îro bajarê Reqayê %65 ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqij kirin û bi hezaran sivîlên ku destê çeteyan de asê mabûn ji aliyê şervanan ve hatine rizgar kirin. Ji bo bi temamî bajar û gelê Reqayê were rizgarkirin operasyonên şervanan ku li ser çeteyan lidar dixin berdewam dike û şervan rojane pêşve diçin. Di navbera 27’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de 4 şervanên me ku bi biryarbûnek xurt tevlî pêngavê bûn û di rizgarkirina taxên Reqaya Kevin û Deriyê de heya xwîna xwe ya dawî bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.
Her wiha çeteyên DAIŞ’ê ku li Reqayê tengav bûne û ber bi tunebûyînê ve diçin ji bo pêşketinên şervanan li Reqayê asteng bikin êrîşên xwe li derveyê bajarê Reqayê xalên YPG û YPJ’ê dike. Ev çend care hewldanên êrişan li ser gundê Ebû Xeşeb a girêdayî Şedadê çêbû bû lê li her caran êrişên çeteyan ji aliyê şervanan ve hatiye şikandin. Êrişê dawî ya li ser vî gundê ku 1’ê Îlonê çêbû weke her carê êriş hatiye şikandin û armancên çeteyan careke din jî valaderxistin. Di şikandin û valaderxistina vê êrişê de 2 rêhevalên me bi ruhekî berxwedêr têkoşiyan û şehîd bûn.
Li derveyî çeteyên DAIŞ’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li seranserî Rojava bi taybet li ser herêma Efrînê berdewam dike. Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê de rêhevalekî me şehîd bû. Her wiha li heman herêmê rêhevalekî me ku erk û peywirê xwe pêk dianî di encama nexweşiyekî giran de tevlî karwanên şehîdan bûye.
Em weke YPG û YPJ’ê di şexsê şehîdên me yên Pêngava Rizgarkirina Reqa, Şedadê û Efrînê de hemû şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan careke din nû dikin.
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku şehîd bûne wiha en:
Nasnav: Cebel Qamişlo
Nav û Paşnav: Abudî El Hiso
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Ebdullatîf
Cihê Jidayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 1 Îlon 2017
***
Nasnav: Ebu Şilaş El Edwanî
Nav û Paşnav: Xelîl El Şilaş
Navê Dayikê: Zekiye
Navê Bav: Şilaş
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31 Tebax 2017
***
Nasnav: Egîd Amed
Nav û Paşnav: Ciwan Muso
Navê Dayikê: Necah
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 3 Îlon 2017
***
Nasnav: Ehmed Reqa
Nav û Paşnav: Ehmed El Maruf
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Ebid
Cihê Jidayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 27 Tebax 2017
***
Nasnav: Elîşêr Gabar
Nav û Paşnav: Gîvara Hisên
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Semîr
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 1 Îlon 2017
***
Nasnav: Mihemed Şedadê
Nav û Paşnav: Ehmed El Elî
Navê Dayikê: Emşa
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 1 Îlon 2017
***
Nasnav: Serhed Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Ferhad Xalid
Navê Dayikê: Cemîle
Navê Bav: Îsmaîl
Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 30 Tebax 2017
***
Nasnav: Zana Şedadê
Nav û Paşnav: Beşar El Xêr
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Atilla
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 1 Îlon 2017