Gelê Şedadê 2 şehîdên xwe veşart
Gelê Şedadê du şervanên ku li Ebû Xeşebê şehîd bûbûn, veşart.
Gelê Şedadê du şervanên ku li Ebû Xeşebê şehîd bûbûn, veşart.
Bi sedan kesan cenazeyê Mihemed Dawûd (Mecîd Erîşa) û Beşar El Xeyrî (Zana Şedadê) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û ber bi Şedadê ve ketin rê.
Li Şedadê piştî merasîma leşkerî ya şervanên YPG’ê, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor Xidir Elî axivî. Elî di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Li ser navê TEV-DEM’ê jî Hejar Mehmûd belgeyên şehadetê yên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Piştre şehîd bi sloganan hatin veşartin.