Şer li Reqayê giran e; bi sedan mayin hatin teqandin
Li taxa El Emîn a li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin.
Li taxa El Emîn a li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 91'ê de ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li navenda bajêr her bi pêş ve diçin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li taxên El Emîn û Sekeneya şerekî dijwar diqewime. Şervanan her wiha di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin.
Li taxa Mansûr a li rojhilatê bajêr jî nexweşxane ji çeteyan ahte paqijkirin.
Şer vê gavê li taxên El Emîn û Sekeneyê diqewime.