Cenazeyê şervanê YPG'ê Qamişlo li Til Hemîsê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebûdî Hiso (Cebel Qamişlo) yê roja 1'ê Îlonê di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû li goristana şehîd Raxib Etiya hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Til Hemîs li ber avahiya Meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn û cenazeyê şehîd wergirtin. Girseya gel ku bê navber dirûşme berz kirin piştî cenazeyê şehîd wergirtin bi kerwanekî ber bi navçeya Til Hemîs a ku Şehîd Cebel Qamişlo lê ji dayîk bûye, ketin rê.

Li pêşiya goristanê girseya gel darbest li ser milan kir û heta goristana Şehîd Raxib Etiya meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebawî, Endamê Rêveber ê Meclîsa TEV-DEM`ê Salih Xelef û Rêveberê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs Abdullrehman Hadî axivîn. Di axaftinan de berxwedana şehîdan hate silavkirin, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza riya wan hate dayîn.

Piştî axaftinan sicîlê şehîd Cebel Qamişlo hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.