"Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku ji bo rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate destpêkirin, sê meh li pey xwe hişt, 14 ji 23 taxan hatin rizgarkirin. 9 tax hê ji aliyê DAIŞ'ê ve dagirkirî ne. QSD'ê 65 ji sedî yê bajêr kontrol kiriye. Şer bi giranî li taxên El Berîd, Mirûr û Nehda yên li rojavayê bajêr diqewime. Ji fermandarên jin ên operasyonê bi rê ve dibin Clara Reqa got, bajar di jêr kontrola wan de ye.
ŞERÊ REQAYÊ BEŞEK JI AŞTIYÊ YE
Clara Reqa, Cejna Qurbanê û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelan pîroz kir. Clara Reqa bi bîr xist, ku 1'ê Îlonê rojeke hevpar e ya mirovên ji bo aştiyê têdikoşin û destnîşan kir, şerê wan jî beşek ji vê têkoşînê ye. Reqa diyar kir, operasyona wan a "Cenga Mezin" bi rengekî serketî didome."
EBÛ EMCED…
Clara Reqa anî ziman, Reqa navenda zîhniyeta DAIŞ'ê ye û bal kişand ser zor û zehmetiyên heta roja îro derketine pêşiya wan. Reqa ragihand, di oxira vê têkoşînê de gelek heval û şervanên wan şehîd bûne û bi bîr xist ku herî dawî Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced li bajêr şehîd bûye. Reqa destnîşan kir, ku Emced bi rengekî lehengî li eniya şer jiyana xwe ji dest daye û got, ew ê têkoşîna Emced bê navber bidomînin.
CIHÊN STRATEJÎK
Reqa da xuyakirin, ku DAIŞ'ê meha Tebaxê êrîşên mezin kiriye û got, ev êrîş hewldanên dawî yên DAIŞ'ê ne. Reqa destnîşan kir, ku bi bersiva tund a şervanên QSD'ê re hemû êrîş hatine şikandin û wiha dewam kir: "Herî dawî taxa Reqa ya Kevn, ku li cihekî girîng e û qadeke mezin e hate rizgarkirin. Ya rast, divê ev cih weke herêmekê bê pênasekirin, ji ber ku di nava wê de çend tax hene. Taxa El Diriyê jî ku yek ji kelehên girîng ên eniya rojava ye, hate rizgarkirin. Nexweşxaneya Zarokan a li vir hate rizgarkirin. Ev der weke cihên ku mirov lê dîl digirtin, dihate zanîn."
ÇEND TAXÊN REQAYÊ MAN E?
Clara Reqa ku bi xwe jî ji Reqayê ye, anî ziman ku Reqa ji 23 taxan pêk tê û 14 ji wan bi temamî hatine rizgarkirin. Reqa ragihand, zêdeyî 65 ji sedî yê bajêr hatiye kontrolkirin û got, "9 tax niha di destê DAIŞ'ê de mane. Li van taxan şer giran e. Taxên El Berîd, El Emîn, Rewda, El Ekrad, Tişrîn, Endulus, Rimêla, Nehda û Mirûrê di destê DAIŞ'ê de mane. Em operasyonên xwe yên ji bo van taxan didomînin."
KONTROL DI DESTÊ QSD'Ê DE YE
Ji bo pirsa "Wê Reqa kengî rizgar bibe?" Clara Reqa anî ziman, ku di şer de rojeke diyarker nîne û got, ji bo bajêr dema dawî ye, ji niha û pê ve wê zêde dewam neke. Reqa destnîşa kir, ku roja rizgarkirina bajêr nêz e. Clara Reqa diyar kir, Reqa bi temamî nehatiye rizgarkirin, lê belê kontrola bajêr di destê hêzên QSD'ê de ye.
WÊ RADESTÎ GELAN BÊ KIRIN
Têkildarî rêvebirina bajêr piştî rizgarkirinê Clara Reqa, mînaka Minbicê nîşan da. Clara Reqa bi bÎr xist ku Meclîsa Reqayê ava bûye, ew bi vî karî re dibilin û got, "Eşîr û gelên Reqayê li hev civiyane û meclîsa xwe ava kirine. Karê xwe dikin. Bajar piştî ku ji dîlgirtinê hate rizgarkirin wê radestî gelê Reqayê bê kirin û bi rengekî xweser were birêvebirin."