Li Bakurê Sûriyeyê qenaleke nû ya TV vebû: Elyewm
Li Bakurê Sûriyeyê, qenaleke nû ya televîzyonê dest bi weşanê kir, ku bi zimanê Erebî weşana xwe dike.
Li Bakurê Sûriyeyê, qenaleke nû ya televîzyonê dest bi weşanê kir, ku bi zimanê Erebî weşana xwe dike.
Li Bakurê Sûriyeyê, ku ji aliyekî ve şerekî giran lê heye û li aliyê din herêm ji nû ve tê avakirin, her roj gaveke nû tê avêtin. Herî dawî qenaleke nû ya televîzyonê vebû. Zimanê weşanê yê vê qenalê Erebî ye.
Her ku li axa Bakurê Sûriyeyê dawî li dagirkeriya DAIŞ'ê û çeteyên Tirk tê anîn, çand, ziman, ol û rengên cuda hê bêhtir di nava civaka demokratîk a azad de cih digirin. Vebûna qenaleke televîzyonê ya bi Erebî li Bakurê Sûriyeyê, ji bo civaka Ereb bû cihê kêfxweşiyê.
Qenala Elyewm (اليوم) a dest bi weşana testê kiriye, li ser peyka Nîlsatê 24 saetan wê weşanê bike.
Frekansa qenala Elyewmê wiha ye: 12687h, 5/6