Cenazeyên şehîd Ebû Şilaş û Seyid Riza hatin veşartin

Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyên şervanên YPG’ê Seyid Riza û Ebû Şilaş li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Xelîl Şilaş (Ebû Şilaş El-Idwanî) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye û Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo (Şeyid Riza) ê ku ji ber nexweşiyê şehîd bibû, veşartin.

Karwanên şehîdan li Goristana Şehîd Dilşer ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm aliyê şervanên YPG/YPG′ê û Hêzên Asayîşê li gel rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermandar Azad Mihemed, Endamê Rêveberiya Hêzên Asayîşê Ebdullah Xelîl û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan Efîn, axivîn.

Di axaftinan de, bixêrhatina beşdaran hat kirin û sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin. Her wiha hat diyarkirin ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê serkeftinên mezin di qadên leşkerî û siyasî de hatin bidestxistin.

Di dawiya merasîmê nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên cenazeyê şehîd bi dirûşman hate veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Cemal Remo di salên 80′î de beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibû û yek ji wan kesayetên nêzî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Rêbertiyê navê Seyid Riza lê kir.

Cemal ji destpêkirina şoreşa Rojava ve beşdarî nava refên Hêzên Asayîşê bû û di gelek operasyonan de cih girt.