Cenazeyê 2 şehîdan li Efrînê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî Şêr û Egîd Amed ku di berxwedana li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî Şêr û Egîd Amed ku di berxwedana li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Efrîn a herêma Efrînê cenazeyên şervanê YPG’ê Givara Hisî (Elî Şêr) ê ku di 1’ê Îlonê û Ciwan Mûsa (Egîd Emed) ê ku di 3’ê Îlonê de di berxwedana li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibûn, ji Nexweşxaneya Avirin a Kantonê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristan Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê ve ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve li gel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şera Beşîr Ebdo axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û serkeftinên li Bakurê Sûriyeyê li ser astên siyasî û leşkerî hatine bidestxistin, li gelên herêmê û malbatên şehîdan pîroz kir.
Beşîr Ebdo soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, dubare kir
Endama Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyeyê Daliya Henan jî bang li tevahî gelên Kantonê kir ku beşdarî hilbijartinên ku wê di 22′yê Îlonê de were lidarxistin bibin û wiha got: ″Roja 22′yê Îlonê rojeke dîrokî ye. Projeya Federal bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê hat avakirin.″
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin″’û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.