YPJ'ê ala xwe tam li navenda Reqayê çikand

Şervanên jin ên YPJ'î, ku yek ji hêzên pêşeng ên operasyona rizgarkirina Reqayê ne, ala xwe li navenda Reqayê çikandin. Li navenda Reqayê êdî ala YPJ'ê li ba ye.

"Cenga Mezin" a ji bo rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat destpêkirin, di roja 91'ê de ye. Zêdeyî 65 ji sedî yê bajêr ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatiye kontrolkirin. Hêzên QSD'ê li eniya rojava li taxên El Berîd û Mirûr, li eniya rojhilat jî li taxa Rewdayê operasyonê dikin. Şer li van her sê taxan giran e. Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî, ku yek ji hêzên pêşeng ên vê operasyonê ne, ala xwe tam li navenda bajarê Reqayê çikandin.

ALA YPJ'Ê LI NAVENDA BAJÊR LI BA YE

Şervanên YPJ'ê li cihê ku herêma Reqa Berê û kolana 23'an ku mezintirîn kolana bajêr e digihêjin hev, ala xwe çikandin. Şervanên YPJ'ê li eniyên herî pêş li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo ala YPJ'ê deynin ev sê roj in ji 3 baskan ve êrîşê dikin. Şervanên YPJ'ê jî bi tundî bersivê didin êrîşan. Sekvanên DAIŞ'ê rojane bi dehan fîşekan berdidin alê. Lê ala YPJ'ê her li ba ye.

'EM Ê MOHRA XWE LI SEDSALÊ BIDIN'

Şervanên YPJ'ê jî destnîşan dikin, ku wê tarîtiya DAIŞ'ê li cihê jê dest pê kiriye bixin binê erdê û hêza ku al li Reqayê çikan diye, wê mohra xwe li sedsalê bixe. Şervanên jin dibêjin, ew gav bi gav navenda tarîtiyê kontrol û ronî dikin.