Dengvedana dengê Rozerînê

Heyvê şewq dida û kolan ronî dikir. Klama Rozerînê li bajêr deng vedida. Diviyabû dengê wê ne tenê li Reqayê bima, diviyabû li tevahiya Kurdistanê bihata bihîstin.

Şervanên QSD'ê, li eniyên paş ên şer bêhnê vedidin. Şervanên ku ji bo bêhnvedana rojek an du rojan hatine, carna perwerdeyê dibînin, carna jî li ber stranên ji radyoyê tên bihîstin govendê digerînin. Carna jî bi voleybolê dilîzin.

Hewa gelekî germ e. Di ser re toz û bêhna barûtê heye. Şevê jî ji ber kermêşan, mirov li bajêr gelekî zehmetiyan dikişînin. Şervan êvarê bi giranî li ser banê xaniyan radizên. Heta derengiya şevê jî li ber vexwarina çayê, bi Kurdî û Erebî distirên.

HER KES GUHD DIE VÎ DENGÎ

Ev dengê ku li Reqayê belav dibe, kesî aciz nake. Her kes bi dilrehetî lê guhdarî dike. Stranên tên gotin, ya li ser şehîdekî ye, ya jî li ser hesreta welêt û azadiyê ye. Her kes parçeyekî ji xwe di nava van stranan de dibîne.

DENGÊ ROZERÎN

Di şeveke bi vî rengî de me dengê Rozerîn bihîst. Di navbera cihê şervanên YPJ'ê lê ne û nuqteya çapemeniyê de tenê çend mal hebûn. Ji bo em xwe ji kelmêşan rizgar bikin, em ji banê xanî daketin xwarê û me ev dengê bedew ku bi Kurdî distirê bihîst. Yên li ser banê xaniyan razayî bûn, hêdî hêdî rabûn ser xwe û rûniştin. Heyvê şewq dida, kolan ronî dikir. Yên li ser banê xaniyan, mîna siyekê dixuyan. Hejmara siya li banê xaniyan kêlî bi kêlî zêde bû. Her kesî guh da vî dengî. Ev klama bi Kurdî ya li ser sê şervanên şehîd bûne, heman hest xistibû dilê hemû şervanan. Her şervana/ê bi Kurdî dizane ya jî nizane, parçeyek ji xwe di vê stranê de dîtibû.

Piştî ku stran qediya, me ji xwe re got, 'me çima qeyd nekiriye' û em li ber xwe ket. Me got, divê em xwediyê wî dengî bibînin û wê stranê careke din pê bidin gotin.

ME ROJA DIN ROZERÎN DÎT

Roja din em çûn cihê YPJ'ê û me xwest nas bikin, bê şervana duh bi şev stran got, kî ye. Şervanan gotin, ew Rozerîn e. Me çend caran israr kir, ku wê stranê careke din bêje. Rozerînê qebûl nekir. Hevalên wê gotin, ku ew gelekî şermoke, lewma naxwaze bêje. Em bi israr bûn, diviyabû ev dengê bedew bihata qeydkirin.

JIYAN BÛ NAVBEYNKAR

Me ji şervana YPJ'ê Jiyan alîkarî xwest, ku ew gelekî nêzî Rozerîn bû. Jiyan pê re hinekî axivî û hat cem me û got, 'Hûn kamera xwe bidin me, ez ê bikişînim'. Rozerîn, dema mirov li derdorê hebin dikeve nava kelecanê û nikare bêje. Li ser vê yekê me kamera xwe da wê û em ji wir çûn. Jiyan piştî çend saetan hat û kamera da me. Û got, 'Eger hûn ê dengê wê biweşînin, rica dikim ku ji bo bîranîna şehîdên Reqayê biweşînin'.

ÊDÎ DENGÊ WÊ LI DERVEYÎ REQAYÊ JÎ DENG VEDIDE

Me dengê Rozerînê qeyd kir û êdî dengê wê ne tenê li Reqayê, wê li çar parçeyên Kurdistanê deng vede.