YPG'ê bîlançoya şerê meha Tebaxê eşkere kir

YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku meha Tebaxê li Reqayê di şer de 1244 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. YPG'ê diyar kir, meha Tebaxê li Reqayê zêdeyî 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin. Li herêma Şehba û Efrînê jî 6 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser bîlançoya şerê meha Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku tevahiya Rojava diparêzin û li Bakurê Suriyeyê bi pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Reqayê şerekî dijwar li dijî DAIŞ'ê dimeşînin, meha Tebaxê ya 2017'an jî bi aktîf tevgeriyan û di vê mehê de jî pêşî li armancên dijminan girtin."

Di daxuyaniyê de, li ser encama şerê meha Tebaxê yê navbera hêzên wan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, ev agahî hatin dayin:

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 158 carî bi tang, topên hawanê, obus û bi çekên giran êrîşî çeperên YPG-YPJ'ê û zeviyên sivîlan kirin.

Balafirên şer û keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 8 caran ji sînorê rojava derbas bûn û bi armanca keşfê li ser asîmana Rojava de geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran ji sînor derbas bû nava xaka Rojava.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 2 caran ji bejahî ve êrîşî hêzên me kirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de 7 sivîl birîndar bûn.
 
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de zerarê madî gihişt sivîlan. Mal û zeviyên sivîlan hatin şewitandin

Hêzên me yên YPG-YPJ’ê li hember van êrîşan di çarçoveya parastina rewa de 34 caran bersiv daye. Di derbarê wê de:
 
6 ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER HATIN KUŞTIN, GELEK MAŞÎNÊN WAN HATIN RÛXANDIN

6 çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.
 
Tangek, maşîneyek bombebarkirî, maşîneyek doçka barkirî û tirêksekî çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin rûxandin. Her wiha maşîneyek çeteyan û tirêksekî artêşa Tirk a dagirker hat derbkirin.
 
2 balafirên keşfê yên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin xistin û ketin destê hêzên me.
 
LI EFRÎNÊ 4 HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛN

Di vê mehê de encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de li Efrînê 4 hevrêyên me gihiştine şehadetê.
 
Hêzên me yên YPG û YPJ'ê jî di nav de ji bo rizgarkirina bajarê Reayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê 'Pêngava Rizgarkirina Reqa' hatibû destpêkirin di meha Tebaxê de jî bi biryarbûnekî xurt tevlî bûye û tevgeriya ye. Di vê mehê de di pêngavê de pêşveçûyînên şervanan li gor mehên din hîn xurttir bû û serketinên mezin hatine bidestxistin.

LI REQAYÊ, MEHA TEBAXÊ ZÊDEYÎ 2 HEZAR SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN
 
Li ser vê bingehê encamên sereke yên pêngavê di vê mehê de wiha ye:
 
Li çar aliyên bajarê Reqqayê ku hatiye dorpêçkirin heya niha ji %65 hatiye rizgarkirin.
 
Nêzikî 2 hezar sivîlên ku destê çeteyan de asê mabûn ji aliyê Tîmên Taybet yê QSD’ê ve hatin rizgarkirin û gihandin cihên bi ewle.
 
9 TAX HATIN RIZGARKIRIN, 1244 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Di vê mehê de 9 tax hatin rizgarkirin. Taxên hatine rizgarkirin ev in: Reqqaya Kevin, Nezlit Şihadê û Hîşam Bin Ebdulmelik ên dikevin başûrê bajêr, Taxa El Kerîm a bakur rojavayê Reqqayê, taxa Diriyê a rojavayê bajêr, taxa Mehdî, taxa El-Refqa, taxa Mensur taxa Reşîd yên aliyê rojhilat ên Reqqayê. Her wiha gelek cihên stratejîk jî hatin rizgar kirin.
 
Di vê mehê de baskên Rojava û Rojhilatê Reqayê gihiştin hev.
 
1244 çeteyên DAİŞ’ê hatine kuştin û bi dehan çete hatine brîndar kirin. Ji van 76 termên çeteyan ketine destê şervanan.
 
3 çete bi saxî hatine girtin.
 
28 maşîneyên teqemeniyê berîya ku bigihîjin armancên xwe ji aliyê şervanan ve hatin îmha kirin.
 
Kargeha sereke ya çêkirina mayînan, fabrîqeyeke çêkirina erebeyên bombebarkirî, 3 maşîneyên leşkerî, 3 doçka 12,5 û doçkayek 23 hatin rûxandin û balafirekî keşfê hat xistin.
 
Di vê mehê de şervanan gelek çek û cebilxane li ser çeteyan girtin. Her wiha cihên ku mayin û hawan dihatin çêkirin ketin destê şervanan.
 
Sê tunelên çeteyan ku ji bo hatin çûyînê şixulandin hatin dîtin û cihên ku hatin rizgarkirin ji aliyê tîmên taybetan ji mayinan hatin paqijkirin.
 
LI REQAYÊ 101 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di meha tebaxê de Pêngava Rizgarkirina Reqayê de 2 ji wan şervanên YPJ 101 şervanên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê û li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser navçeya Şedadê de 8 şervanên me tevlî karwanên şehîdan bûne. Her wiha yek ji wan şervanekî YPJ’ê 5 şervanên me di encama qezayan û 3 şervanan me jî bi nexweşiyên giran şehîd ketine.