Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê li Girê Spî hatin veşartin

Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê yên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn li Girê Spî hatin veşartin.

Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Zelîxe Ebdê û Hemdan El-Ebid, Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Selahedîn Firat, Endamê Rêveber ê PYD’ê Xalid Kute jî di nav de bi sedan şêniyên kantona Girê Spî, cenazeyên şervanê QSD’ê Kemal Nûh (Metîn Ronahî) û Enter El-Îs (Enter) ên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a Mehmeûd El-Time ya li gundê Tenhûza derketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî  hate lidarxistin. Piştre Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Wehîd Ebulah axivî û got ku di serî de ew sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û gelê herêmê re dixwaze   û wiha dom kir:

“Şehîdan bi têkoşîna xwe rojên xweş ji herêmê re anîn, ji ber vê yekê rahiştin çekê û em parastin.”

Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê Kedîm Îbrehîm axivî û wiha got: “Hêzên me yên leşkerî li dijî çeteyan şer dikin û gelên me diparêzin. Em bi têkoşîna şehîdên xwe serbilind in.”

Piştî axaftin bi dawî bûn beşdaran, bi dirûşmeyan cenazeyên herdu şehîdan spartin axê.