Pêngava Bagera Cizîrê: 3 gundik hatin rizgarkirin, 10 çete hatin kuştin

Li başûrê bajaroka Siwerê şervanên QSD`ê 3 gundik rizgar kirin û 10 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9`ê Îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza  xwe dewam dike. 

Li başûrê bajaroka Siwerê ya bakur-rojhilatê Dêrazorê, şervanên QSD`ê ji şeva din ta îro sibehê 3 gundik ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerê rizgarkirina her sê gundikan de, 6 çete hatin kuştin û 7 keleşkof, 2 BKC, B7’yek, erebeyeke zirxî, 4 rext, çekeke sekvanî û tevî 6 cenazeyên çeteyan, ketin destê şervanan.

Di heman demê de, li gundê Cûweyîf ê başûrê bajaroka Siwerê jî 4 çete hatin kuştin. Li baskê başûrê Siwerê, baskê Mergedê pêşveçûyîna şervanan dewam dike.

Li başûrê şîrketa Cefir jî du çete hatin girtin.