Li Reqayê şerê dijwar rû dide
Şervanên QSD’ê li taxa Kurdan a Reqayê 20 sivîl ji çeteyan rizgar kirin, 3 çete bi saxî jî dîl girtin.
Şervanên QSD’ê li taxa Kurdan a Reqayê 20 sivîl ji çeteyan rizgar kirin, 3 çete bi saxî jî dîl girtin.
Di vê çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de li taxên Kurdan, Nehda, Emîn, Mensûr, parka Harûn Reşîd, Çerxerêya Neîm û derdora nexweşxaneya Watanî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyan de şerekî giran rû dide. Di şer li taxên navborî qewimî de 24 çete hatin kuştin, gelek cebilxane ketin destê şervanan.
Çekên ku hatine desteser kirin ev in: 5 keleş, 2 BKC, 2 B-7, 12 cîhazên bêtêl, cîhazek termal, 2 compîtûr, 2 balafirên keşfê yên drone û hêjmareke mezin ji guleyên hawan û BKC .”
Li gel vê 20 sivîlên li taxan aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin û 3 çeteyên ku xwe di nava sivîlan de veşartibûn dîl hatin girtin.
Di şer de jî 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.