Gabar: 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartin QSD’ê

Ûmîd Gabar yê ku yek ji Fermandarên QSD’ê ye, ragihand ku 300 leşkerên rejîma Sûriyeyê xwe spartine QSD’ê.

Duh, di merasîma oxirkirina du şehîdên Reqayê li Tebqayê de, yek ji Fermandarên QSD`ê Ûmîd Gabar axivî û destnîşan kir ku Rejîma Sûriyê îddîa dike ku wê QSD`ê herêmên xwe yan jî Tebqayê radestî artêşa Sûriyeyê bike û wiha got: “Bila gelê me baş zanibe di 5 salên şoreşa me de, em wekî YPG û piştî avakirina QSD`ê bi hêzên din re, me bihostek axa xwe radestî tu aliyan nekiriye. Axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan milkê gel e û em radestî tu hêzan nakin.”

Gabar bi lêv kir ku berovajî îddîayên Rejîma Sûriyeyê, zêdetirî 300 leşkerên rejîmê xwe spartine QSD`ê.

Ûmîd Gabar di derbarê cih û dema ku leşkeran xwe spartiye QSD`ê de tu agahî neda. Lê diyar kir ku bûyer di demeke nêz de çêbûye.