Cebilxaneyeke çeteyan kete destê şervanan

Şervanên QSD'ê di Pêngava Bagera Cizîrê de her bi pêş ve diçin. Şervanan li herêma Mergedayê, depoyeke ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin. Li Siwerê jî wesayiteke zirxî bi destê şervanan ve ket.

Di Pêngava Bagera Cizîrê de, ku di roja 22'an de ye, şervanên QSD'ê ji çar aliyan ve bi pêş ve diçin.

Li herêma Mergedayê, depoyek ji cebilxaneya çeteyên DAIŞ'ê kete destê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD). Li depoyê 8 fuze, 82 topên hawanê yên 120'î, 62 topên hawanê yên 82'î, 25 topên hawanê yên 60'î, hatin dîtin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê saet di 20:00 de êrîşî baskên Siwer, Mergeda, Cezrat û Sanayî kirin. Şervanan, êrîşa çeteyan şikandin.

Operasyona paqijkirinê ya ku baskê Siwerê da destpêkirin, qediya. Li vê derê wesayiteke zirxî ya çeteyan kete destê şervanan.

Şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.