Koç: Dem hatiye ku em deriyên xwe ji bo destwerdanên derve bigirin
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç di Komxebata Rojava de axivî û wiha got; “Dem hatiye ku em deriyên xwe ji destwerdanên ji derve re bigirin.”
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç di Komxebata Rojava de axivî û wiha got; “Dem hatiye ku em deriyên xwe ji destwerdanên ji derve re bigirin.”
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç di Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdisanê de axivî.
Nîlûfer Koç di destpêka axaftina xwe de, diyar kir ku hemû hêzên Kurdistan dagirkirine tevî nakokiyên di navbera wan de, îro ji bo dijberiya gelê Kurd hemû bûne yek. Koç wiha domand; "Me dikaribû em bersiva hemû astengiyên ku li pêşiya gele Kurd derdikevin, bidin. Mînaka wê jî, ger PDK`ê tevlî Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya li Silêmaniyê hate lidarxistin biba, wê cîhanê hemûyan piştgirî bidana referandûmê.”
Koç wiha jî got; "i ber tunebûna hêza me, me nikaribû Qazî Mihemed, Şêx Seîd û rêberên xwe yên din biparêzin. Lê îro em xwedî hêz in û pêwîst e em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dîl girtin, biparêzin”.
Hevseroka KNK`ê diyar kir ku dijminên gelê Kurd îro ji hev ketine û lawaz in, lê tiştê ku hîşt gelê Kurd wekî xwe bimîne nebûna yekrêziya Kurdan û artêşeke Kurdî ye.
Nîlûfer Koç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dijminên gelê Kurd dev ji hemû nakokiyên di navbera xwe de berdan û li dijî îradeya gele Kurd bûn yek. Dem hatiye ku em deriyên destwerdanên derve di karûbarên xwe de bigirin. Ji ber vê yekê jî lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê erkeke li ser milê hemû Kurdan e û dem hatiye ku em nasnameya 50 milyon Kurdî mayînde bikin.”