Di Pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin

Di pêngava Reqayê de 12 çeteyên din hatin kuştin, cenazeyên 3 çeteyan ket destê şervanên QSD’ê.

Şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe ya di navenda bajarê Reqayê de didomînin. Li navenda bajar şer didome û şervanan dora çeteyan girtine. Li taxên Nehda, Ferdews, Mensûr û taxa Kurdan ên navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû didin.

Di şerê şevê din de ku heta vê sibê dewam kir 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 3 cenazeyên çeteyan ket destê şervanan. Çeteyên ku di nava van taxan de hatine dorpêç kirin bi balafirên keşfê yên bombebarkirî êrîşan dikin.

Di van şeran  de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Pêşveçûna şervanan li navenda bajarê Reqayê didome.