Banga xwerêxistinkirinê li gelên Reqayê hate kirin
Şêxê Eşîreta Mernediyayê Hesûn Taha bang li gelên Reqayê kir ku bila derbasî qadên rizgarkirî bibin û xwe birêxistin bikin.
Şêxê Eşîreta Mernediyayê Hesûn Taha bang li gelên Reqayê kir ku bila derbasî qadên rizgarkirî bibin û xwe birêxistin bikin.
Şêxê Eşîreta Mernediyayê Hesûn Taha ji ANHA’yê re axivî û got, “Di navbera gelan de fesadî dikirin, berevajî ola Îslamê tevdigeriyan û li ser navê Îslamê gelek xerabî dikirin, nedihiştin zarok biçin dibistanê û çarşef li jinan dikirin.
Şêx Taha diyar kir, piştî ku Sûriye ji çeteyan were rizgarkirin wê gelê Sûriyeyê bi hev re jiyaneke hevpar bidomînin û ev jî wê bi saya qehremaniya QSD’ê be.
Şêx Taha bang li gelên Reqayê kir ku bila dûrî çeteyan bin û derbasî qadên azad bibin ên ku QSD’ê rizgar kirine û got, “Bi tenê QSD’ê li herêmê ewlekarî pêk anî, jiyaneke aram pêşkêşî gelan kir.”
Şêx Hesûn Taha di dûmahîka axaftina xwe de got ku, Sûriye welatê Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen û welatê hemû gel û baweriyan e.