Rewşa sivîlên li Reqayê çawa ye?

Her kes meraq dike sivîl çawa bi DAIŞ’ê û li Reqayê de dijîn. Ev bû zêdeyî sê meh in ku çeteyan xelkê Reqayê dîl girtine, sivîl neçar in ji ber  fermana DAIŞ'ê.  Ji ber ku li gorî DAIŞ’ê  kî ji nav DAIŞ'ê derbikeve tê wateya ku ji olê dûr ketine.

Kesê ku xwe ji nav lepê wan xelas dike rihê xwe dike devê xwe û berê xwe dide Hêza QSD'ê.

Her ku herêm li DAIŞ teng dibe derfetê reva sivîlan jî kêm dibe.  Destpêka rizgarkirina Reqayê rojane bi sedan sivîlan xwe xelas dikirin lê niha jî di nav çend rojan bi dehan sivîl tên rizgar kirin. Îro jî komek sivîl ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin ku piraniya xwe jin bûn, nedixwestin li pêş kamereyê biaxivin, digotin nîvî malbatên me yên ku hîna li şûna me mane, wê DAIŞ wan bikuje. Jineke bi temen mezin giriyê xwe ranewestand, diyar kir ku hevjînê wê bi hawanê li nêzî mizgefta Îmam Alnewewî jiyana xwe ji dest daye û ji ber şer nikaribûne nêzî wî bibûna û hîna jî termê hevhîjê wê li erdê ye.

‘BI ÇAVÊN MIROVAN LI ME NEDINIHÊRÎN’

Ebû Esaf 55 salî ye. Ew û kurê xwe bi tenê ji malbata xwe rizgar bûne, nexwest rûçkê wî xuya bibe û got: “Ez şaşomaşo bûm, ez ji mal derketim, ta ku rewşê binihêrim, min nizanibû ku em ê bi hêsanî ji navenda bajêr derbikevin, keser dikişand û got çar zarokên min û hevjîna min li pişt min man.” Ebû Esaf ji bo jiyana bi DAIŞ’ê dibêje, wan ji me re digotin “Ewam”, ev peyv tê wateya “kesên ne ji me”, bi çavekî ku em ne însan in li me dinihêrin, ku xwarin û nan cem yekî didîtin ji xwe re dibirin.

ÊRÎŞ TÊN ŞIKANDIN

Gorî agahiyên ji navenda Reqayê tên dibêjin derdora 700 çete maye û bi hezaran sivîl hene, jixwe bajar ji sedî 85 hatê rizgarkirin û van sê rojên dawî DAIŞ pir dixwaze êrîş bike lê ew êrîşana hatin şikandin û bi dehan kuştiyên DAIŞ çêbûn. Bi taybet li taxa Akrad ku dikeve bakurî Reqayê.