Nîqaşên têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê û pêkutiyên li ser PDK’ê didome. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî di vê mijarê de di navbera wî û DYA’yê de nakokî hene bi daxuyaniyeke nivîskî Serokwezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson rexne kir.
Di daxuyaniya ofîsa Barzanî de tê gotin ku, “Gelê Kurdistanê yê ku ji bo têkoşîna li dijî Seddam û DAIŞ’ê gelek piştgirî daye DYA’yê, ji ber daxuyaniya Serokwezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson xeyalên wan şikestiye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin, “Ne DYA û ne jî welatekî din têkiliya derzagonî ya Bexdayê ya li dijî Kurdan nesekinand.”
‘EM HÊVÎDAR IN HÛN BEŞDARÎ PÊVAJOYA MUZAKEREYÊ BIBIN’
PDK’ê ji DYA’yê xwest ku bila pêşiya êrîş û tehdîdên Bexda û welatên din bigire û got, “Em hêvîdar in ku DYA di rojên pêş de daxwazên gelê Kurdistanê yên meşrû li ber çavan bigire û piştgiriyeke dilsoz bide û beşdarî pêvajoya muzakereya aştiyane ya di navbera Hewlêr û Bexdayê bibe.”