Li Reqayê şer didome, 35 sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên QSD’ê li taxa Kurdan a Reqayê 13 çeteyên DAIŞ’ê kuştin. 35 jî sivîl hatin rizgarkirin.

Li taxên Nehda, Azadî, Hina, Emin û taxa Kurdan ên Reqayê  şerê di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk û çeteyên DAIŞ’ê de didome.

Şervanên Hêzên Sûriyeye Demokratîk li taxa Kurdan bi pêş ve diçin û dor li çeteyan teng kirine. Di şer de 13 çete hatin kuştin.

Çeteyên ku nikarin li pêşberî şervanan dest hilînin êrîşên xwekujiyê dikin û sivîlan ji xwe re dikine mertal.

Çeteyan xwestin ku  motorsîklêteke bombebarkirî bi nav şervanan de biteqînin lê şervanan êrîşa wan têk bir.

Her wiha 35 sivîl ji hêla hêzên QSD’ê ve ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.