‘Divê Kongreya Neteweyî têkeve meriyetê’

Di nîqaşên Komxebata KNK-Rojava de bal hat kişandin ser vî tiştî ku gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye û divê Kongreya Neteweyî bi lez û bez têkeve meriyetê.

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen di Şêwira Yekîtiya Neteweyî de axivî û destnîşan kir ku partiya wan her tim ji bo mafê gelê Kurd têkoşîn dida meşandin û heta niha jî dewam dike û wiha pê de çû: “Em yek ji wan hêz û partiyan e ku me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava ava kir û bi saya hevgirtina me îro em gihîştinê vê qonaxê. Her wiha em yek ji partî û hêzên ku Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ava kir. Ev gavên ku li Rojava hatin avêtin, ji bo herêmê encamên erênî bi  xwe re anî.”

Hesen spasiya YPG, YPJ û QSD`ê kir û bang li hemû partî û hêzên kir ku piştgirî bidin hêzên leşkerî.

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen got ku gelê Kurd di pêvajoyeke krîtîk de ye, ji ber vê yekê pêwîstî bi lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê heye.

Sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Salih Kedo jî axivî û anî ziman ku civaka Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û tê xwestin ku ew li gorî pêdiviyên gelê Kurd bin û wiha domand: “Li her çar parçeyên Kurdistanê astengiyên mezin li pêş me hene, ji ber vê yeke jî pêwîst e di demeke pir nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin.”

Siyasetmedarê serbixwe Şewqî Mihemed bi lêv kir ku ji bo berjewendiya gelê Kurd pêwîst e yekîtî çêbibe û gelê Kurd tevî ku gelek komkujî dîtiye jî hebûna xwe parastiye.

Siyasetmedarê serbixwe Cemîl Îzwerî ku ji Şamê hatiye û tevlî şêwirê bûye, axivî û diyar kir ku Kurd Şêwira Rojava pîroz dikin û benda lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ne.

Her wiha sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Cemal Mela Mehmûd jî axivî û di destpêka axaftina xwe de spasiya PYD`ê kir û got: “Em spasiya PYD`ê dikin ji ber ku dikaribû siyaseta Rojava bi rê ve bibe û di oxira yekîtiya gelê Kurd de gelek berdêlên mezin dane.”