Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ku bi pêşengiya KNK'ê tê lidarxistin, bi beşdariya 170 delegeyî dest pê kir.
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ku bi pêşengiya KNK'ê tê lidarxistin, bi beşdariya 170 delegeyî dest pê kir.
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, li salona Sendîkaya Karkeran a Bajarokê Rimêlanê yê Kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê dest pê kir û wê du rojan dewam bike.
Ji partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, akademîsyen û rûspiyên êlan ên ji herêmên Firat, Efrîn û Cizîrê, 170 delege beşdarî şêwrê bûne. Ji Şam û herêmên Şehbayê jî kesayetên serbixwe cihê xwe di civîna şêwrê de digirin. Di heman demê de, Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç tevlî şêwriyê bûye.
Şêwr bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Armanc ji vê şêwrê ew e, ku ji bo lidarketina kongreya neteweyî nêrîna hemû aliyan bê girtin. Her wiha wê di şêwrê de reşnivîsa pêşniyaran ku komîteya amadekar amade kiriye, were nîqaşkirin.
Di meha Tîrmehê de, li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) civînek şêwrê hatibû lidarxistin û biryar hatibû girtin ku hevdîtinên bi vî awayî li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê were lidarxistin.
Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê, rojên 16-17'ê Îlona 2017'an, li paytexta Swêd Stockholmê hatibû lidarxistin.