Li Helebê tûgaya yekemîn a leşkerî ya YPG’ê hate ava kirin

YPG’ê li Helebê tûgaya yekemîn a leşkerî ava kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yekemîn tûgaya leşkerî ragihand û dewreya perwedehiya yekem a tabûra girêdayî tugayê ya ku 45 roj berê bi navê “Şehîd Ebû Şiyar”hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.

Tabûra Ebû Şiyar ji 55 şervanên Kurd, Ereb Tirkmen û Suryan pêk tê.

Piştî perwerdehiyê, bi dehan şervanên YPG/YPJ’ê beşdarî merasîmê bûn.

Endamê Fermandariya YPG’ê Nûrî Yekta di merasîmê de axivî û vekirina yekem a tûgaya leşkerî li şervanan pîroz kir û diyar kir bi rêya tûgayan wê hemû destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatiye bidestxistin, werin parastin.

Nûrî Yekta di dawiya axaftina xwe de jî soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin û ew ê bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer bikin û herêmên xwe biparêzin.

Piştî axaftin bi dawî bû, şervanên ku tevlî tûgaya leşkerî bûne sonda leşkerî xwarin û soz dan ku wê heta serkeftin mayînde bibe şopdarên rêya şehîdan bin.

Merasîm bi govenda şervanan bi dawî bû.