5 çeteyên ku dixwestin ji Reqayê birevin hatin kuştin

Komeke çeteyên DAIŞ’ê dema ku dixwestin li bakurê bajarê Reqayê birvevin, ji aliyê şervanên QSD’ê ve bi operasyoneke taybet ve hatin kuştin.

Şerê dijwar ên li taxa Firdews û taxa Kurdan ên dikevin navenda bajarê Reqayê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Şervanên QSD’ê 3 nuqteyên din li taxa Firdews ji çeteyan rizgarkirin. Her wiha şerê dijwar ên li taxa Kurdan jî dewam dike, şervan derbeyên giran li çeteyan didin.

Komek çeteyan a ku ji 5 kesan pêk dihat, dema ku dixwestin ji bajêr birevin û li bakurê bajêr xwe veşartibûn, bi operasyoneke taybet ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin kuştin, çek, alav û cenazeyên çeteyan jî ketin destên şervanan.

Şer bi hemû dijwariya xwe li bajêr dewam dike.