YPG nasnameya 9 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya 9 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 24’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê yên li Reqa û Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane.
YPG’ê nasnameya 9 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 24’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê yên li Reqa û Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane.
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 şervanan eşkere kir ên ku di navbera 24’ê Îlonê û 1’ê Cotmehê de yên li Reqa û Dêrazorê jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:
“QSD bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ di berdewamiya operasyonên xwe li dijî terora DAIŞ’ê li bakurê Sûriyeyê di Pûşbera 2017’an de Cenga Mezin ya rizgarkirina Reqayê ragihand. Hêzên QSD beriya wê jî ji Mijdara 2016’an ve li herêma Reqayê li hember DAIŞ’ê bênavber di nava çalakiyê de bûne, bi sed hezaran gelê wê menteqê ji çeteyan rizgar kiriye, di cihên ewle de bi cih kiriye û tevî derfetên xwe yê kêm jî pêdiviyên wan yên jiyanî pêk aniye. Di navenda bajarê Reqayê de jî şerê ku çar meh li pey xwe hiştiyê roj bi roj nêzîkî encamê dibe.
Li bakurê Dêrazorê, rojhilat û bakurê Çemê Firatê ku bi navê Herêma Cizîrê tê naskirin jî di 9’ê Îlonê de weke qadekî nû ji operasyonên QSD’ê re hate ragihandin, li wir Pêngava Bagera Cizîrê hate destpêkirin. Piştî rizgarkirina bi deh hezaran welatiyên sivîl û ewlekirina gelek nuqteyên stratejîk, ruxmê êrîşên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê, QSD ji bo azadiya gelê xwe bê westandin di nava liv û tevgerê de ye.
Di encama şer û pevçûnên ku di navbera 24’ê Îlon û 1’ê Cotmehê de li Reqa û Dêrazorê hatine jiyîn, neh rêhevalên me li pey lehengiyeke mezin gihiştine şehadetê.
Em YPG û YPJ, di serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Şehadeta hevrêyên me girêdana me bi şoreşa azadîxwaziyê re bêhtir bihêz dike, xwedîderketina li rêya şehîdan weke her tim wê soza me be.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Deham Hesekê
Navê Rast: Deham El-Ebd
Navê Dayikê: Yazî
Navê Bav: Mihêsin
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 28-09-2017 Reqa
Nav û Paşnav: Dilgeş Zana
Navê Rast: Devran Bîlîr
Navê Dayikê: Elfesiya
Navê Bav: Ebdûlah
Cihê Ji Dayikbûyînê: Batman
Cih û Dîroka Şehadetê: 01-10-2017/Dêrazorê, Siwêr
Nav û Paşnav: Egîd Cûdî
Navê Rast: Ibrahîm Akil
Navê Dayikê: Qudret
Navê Bav: Ebdûlhemîd
Cihê Ji Dayikbûyînê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017/Reqa
Nav û Paşnav: Heqî Qamişlo
Navê Rast: Şêrwan Mihemed
Navê Dayikê: Hediya
Navê Bav: Ferhan
Cihê Ji Dayikbûyînê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 29-09-2017/ Reqa
Nav û Paşnav: Metîn Ronahî
Navê Rast: Kemal Nûh
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Mistefa
Cihê Ji Dayikbûyînê: Kendal
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017/Reqa
Nav û Paşnav: Mistefa Tirbespiyê
Navê Rast: Cemîl Şêx Hindî
Navê Dayikê: Hemîde
Navê Bav: Ebdûlfetah
Cihê Ji Dayikbûyînê: Tirbespiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017/Dêrazorê
Nav û Paşnav: Rêzan Hesekê
Navê Rast: Mehmûd Ebdûlah
Navê Dayikê: Salihe
Navê Bav: Xidir
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017/ Dêrazorê
Nav û Paşnav: Rêzan Hesen
Navê Rast: Elî Hisên Casim
Navê Dayikê: Sede
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûyînê: Dêrazorê, Xeşam
Cih û Dîroka Şehadetê: 24-09-2017/ Reqa
Nav û Paşnav: Xemgîn Hesekê
Navê Rast: Ismaîl Hisên
Navê Dayikê: Şêxê
Navê Bav: Memo
Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017/Dêrazorê”