Pêngava Reqayê: Li navenda bajêr 19 çete hatin kuştin

Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yê li navenda bajêr de, 19 çete hatin kuştin her wiha 15 sivîl jî hatin rizgarkirin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê li navenda bajarê Reqayê didome. Li taxên navenda bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. Çeteyên ku di nava çend taxên bajêr de tengav bûne, derbeyên giran ji destê şervanên QSD’ê dixwin. Di şerê li taxên Emin, Nehda, Mensûr û Ferdûs de 19 çete hatin kuştin, gelek cebilxane hatin bidestxistin û li taxa Ferdûs  şervanan  4 nuqte ji çeteyan paqijkir. Her wiha di şerê li taxên navborî de cenazeyê 11 çeteyan û gelek cebilxane  kete destê şervanan de.

Çekên hatine desteserkirin ev in ″2 keleş, 7 dûrbîn, 7 dûrbînên doçkayê, cîhazeke termal, 15 roketên B-7 û 8 cîhazên bê têl.″

Di van şerê li navenda bajêr de jî şervanekî QSD’ê  şehîd bû. Li taxa Tewesuiyê jî 15 sivîl ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.