YPG: Artêşa Tirk jineke ducanî kuşt

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava de daxuyaniyeke niviskî da. YPG’ê got di van êrîşan de jineke du canî kuştiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve daxuyaniyek da û got di van 15 rojên dawî de êrîşên bi ser Kantona Efrînê berdewam dikin. YPG’ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk jineke du canî kuştiye.

Daxuyaniya YPG’ê ya derbarê êrîşên bi ser Rojava de wiha ye:

‘’Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Di van 15 rojên dawî de şev û roj bi navber êrîşên leşkerên Tirk û çeteyên wê yên li ser xaka Rojava û bi taybet jî li ser navçe û gundewarên Kantona Efrînê berdewam kirin. Di êrîşan de topên hawanê, obûs, katyûşa, tang, çekên doçka, BKC, B7 û çekên ferdî têne bi kar anîn. Êrîş bi giranî li ser êniyên navçeyên Şera, Şêrawa û Cindirêsê yên Kantona Efrînê pêk tên. Hêzên me jî di heman wextî de bersiva êrîşên çeteyan didin û di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de şer çêdibe. Her weha balafirên keşfê yên bê mirov li ser navçeyên Raco û Şiyê yên Kantona Efrînê jî di nav de li ser herêmên mijara gotinê digerin û keşfê dikin. Encamên hin êrîş û şerê ku di navbera hêzên me û çeteyên girêdayî artêşa Tirk de hatine jiyankirin wiha ne;

Di dîroka 19.09.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ji aliyê Rojavayê Ezazê ve xwestin ku di mile Vîla Çelebî yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê de rê çêkin. Lê hêzên me mudaxeleyê çeteyan kirin û di encam de çete paş de reviyan.

Dîsa saet di navbera 17:00 û 18:00’an de li Gundê Qere Hesen yê li ser sînorê Tirkiyê ku dikeve navbera Tirbespiyê û Qamişlo, karkerên ku di nav zeviyên xwe de karê çandiniyê dikirin ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin gullebarankirin. Di encama gullebarana leşkerên Tirk de jineke ducanî ya bi navê Nalîn Xelef jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di heman dîrokê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka Gundê Merenazê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê gullebaran kirin. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrîşa çeteyan û di encamê de wesayîteke çeteyan a doçka li ser hat rûxandin. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Di dîroka 24.09.2017an de çeteyên ku dixwestin êrîşî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê bikin ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin. Di encamê de li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin çeteyek birîndar bûye. Dibe ku kûştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetir bin, lê agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.’’