Bagera Cizîrê: Gundê Kobar hat rizgarkirin, rejîm êrîşî QSD’ê kir

Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Kobar ê Dêra Zorê hate rizgarkirin. Hêzên rejîmê jî ji hewa ve êrîşî QSD’ê kirin/

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD’ê gundê Kobar ê ku 43 km dikeve rojavayê bajarê Dêra zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Operasyona rizgarkirina gund 5 roj berê hatibû destpêkirin. Di şerê giran ê li gund qewimî de, cenazeyên 5 çete û rêjeyek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD’ê.

Çek û cebilxaneyên hatine girtin wiha ne: Motorsîkleteke doçikayeke 12.5 li ser barkirî, wesayîteke doçikayeke 14.5 li ser barkirî, wesayîteke bombebarkirî û 6 keleş.”

Her wiha şervanên QSD’ê 500 sivîlên ji gund rizgar kirin, li cihên bi ewle bi cih kirin. Piştî ku şervanên QSD’ê gund ji çeteyan rizgar kirin, hêzên rêjîma Sûriye ji hewa ve êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê kirin.