Komxebata KNK-Rojava: Divê kongreya neteweyî roj berî rojekê were lidarxistin

Beşdarên tevlî Komxebata KNK-Rojava bûne, banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin.

Komxebata KNK-Rojava, li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di roja 2’emîn de didome.

Beşdarên tevlî Komxebata KNK-Rojava bûn,  helwestên partiyên ku beşdarî komxebatê nebûne rexne kirin û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin.

Îro rûniştina komxebatê bi nîqaşên li pêşnûmeya  ku Komîteya Amadekar amade kiribû, dest pê kir û wê bi dengdayîna pêşnûmeyê bidome. Pêşnûme wê bibe ‘Belgeya Kongreya Netewî ya Kurdsitanê ya Rojava’.

Siyasetmedarên ku di komxebatê de axivîn wiha gotin; “Ev dem ne ew dem e ku, em xizmetê ji bo dijmin bikin.”

Beşdarên tevlî Komxebeta KNK-Rojava bûyîn diyarkirin ku komxebat ji bo yekîtiya gelê Kurd hêviyek ava kiriye.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratik a Kurd ya Sûriyeyê Bengîn El Mihemed piştgirî da yekîtiya gelê Kurd û got ku amade ne erka dikeve ser milê wan pêk bînin.

Nûnerê Kongreya Star a Herêma Efrînê Lezgîn Mihemed jî wiha got; “Yekîtiya gelê Kurd, rizgarbûna gelê Kurd e. Pêwîst e em ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê xebatê bikin.”

Nûnera Meclîsa Jinên Şehbayê Naz Îsa jî wiha got; “Ji bo Kurdan û ji bo rojeke wiha dîrokî ez kêfxweş im, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û yekîtiya netewî ya Kurdistanê pêngaveke girîng e. Gelê Kurd ê li dijî doza Kurd xizmetê ji rejîma Ereb,Tirk û Fars re dike û pêwîst e êdî xizmeta gelê Kurd bikin.”

Komxebat didome.