Li gelek navendên Swîsreyê êrîşên qirkirinê hatin protestokirin
Li Solothurn, Cenevre, Lozan, Basel, Winterthur û Bernê li dijî êrîşên qirkirinê çalakî hatin lidarxistin.
Li Solothurn, Cenevre, Lozan, Basel, Winterthur û Bernê li dijî êrîşên qirkirinê çalakî hatin lidarxistin.
Piştî daxuyaniya Navenda Ragihanda Çapemeniyê ya HPG'ê ku artêşa Tirk bi çekên giran, gazên kîmyewî û teknolojiya şer a pêşketî êrîşî ser herêmên gerîlayên Kurdistanê kine, Kurdistaniyên li Swîsreyê li ser banga Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê û Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S), li bajarên Solothurn, Cenevre, Lozan, Basel, Winterthur û Bern ê Swîsreyê daketin qadan û çalakiyên protestoyî yên hemwext li dar xistin.
SOLOTHURN
Gelek kes li ber stasyona trênê Solothurnê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Wargeha Mexmûrê protesto kirin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a Solothurnê Mazlûm Kizildag û nûnera YJK-S’ê Rûken Demîr di çalakiyê de axivî û diyar kirin ku bi van êrîşan ne tenê gelê Kurd, di heman demê de hêviya aştiyê jî hedef tê girtin.
Rûken Demîr anî ziman ku tevî banga aştiyê ya Rêber Apo, dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên şer zêde kiriye û got: "Ev êrîş gefa li ser îradeya çareseriya demokratîk e."
CENEVRE
Gelek kes li Qada Mont Blanc a Cenevreyê li hev kom bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Hevserokê DTKM’ê Osman Tekîn di çalakiyê de axivî. Tekîn bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşan bikevin nava liv û tevgerê û got: "Desthilata AKP'ê ji bo tesfiyekirina gerîla her cûre rêbazên derqanûnî bi kar tîne. Ev sûcê şer e. Bêdengî hevkariya van sûcan e.”
WINTERTHUR
Nûnerê DTKM’ê Kamber Çalgan di çalakiya li Winterthurê de axivî û got: "Tevî nêzîkatiya Rêber Apo, fesixkirina PKK'ê û çareseriyeke demokratîk jî dewleta Tirk êrîşên xwe bi çekên giran û çekên kîmyewî didomîne. Gelê Kurd li dijî şer e û dev ji têkoşîna aştiyeke bi rûmet bernade."
LOZAN
Serokê Partiya Karkerên Swîsreyê (POP) Julien Schwab beşdarî çalakiya li Lozanê bû û polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê bi tundî rexne kir. Schwab got, "PKK’ê bersiv da banga aştiyê ya Abdullah Ocalan û ragihand ku ew amade ye çekên xwe deyne. Rêveberiya Erdogan ev pêvajo ji bo xwe bikar anî û êrîşên xwe yên hewayî zêde kir. Ev xiyanetek eşkere ye."
Schwab bang li hikûmeta Swîsreyê kir û daxwazên xwe wiha rêz kir: “Dawî li hevkariya leşkerî ya bi NATO’yê re bînin, piştgiriya bidin hewldanên navbeynkariyê yên pirsgirêka Kurd, li dijî sûcên şer ên Tirkiyeyê helwesteke zelal nîşan bidin, penaberên Kurd ên ku ji ber zilm û zorê reviyane biparêzin û serlêdanên wan ên penaberiyê qebûl bikin.”
Piştî Julien Schwab, Hevserokê DTKM’ê Mûsa Îtah axivî û diyar kir ku tevî pêvajoya muzekerayan a di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de heye jî, Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî Herêmên Parastina Medyayê operasyonan dike. Îtah anî ziman ku dewleta Tirk di şerên 50 sal in de serî li rêbazên sûcên şer daye û bi bîr xist ku PKK li ser banga Abdullah Ocalan têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û agirbest îlan kiriye, tevî vê yekê jî, dewleta Tirk hewl dide rewşa aştiyê ji bo derfetên xwe bi kar bîne û komkujiyê plan dike.
BASEL
Li Baselê li dijî êrîşan daxuyanî hat dayin û hat gotin ku artêşa Tirk li herêmên Zap û Metînayê çekên qedexekirî bi kar aniye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ev êrîş di çarçoveya sûcên şer de werin nirxandin. Çalakvanan peyama "Ev pergal hewl dide bi şer li ser piyan bimîne. Em ê bêdeng nemînin. Divê rêz nîşanî îradeya gelê Kurd bidin" dan.
BERN
Di çalakiya li qada Bahnhof a li paytexta Swîsre Bernê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku desthilata AKP-MHP'ê bersiv nedaye bangên aştiyê. Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Saadet Kûran û Osman Unal di axaftinên xwe de diyar kirin ku polîtîkayên dewleta Tirk ên şer nayê qebûlkirin.
Bi domdarî Osman Unal wiha got: "PKK ragihand ku bi îradeya Abdullah Ocalan dawî li têkoşîna çekdarî anîne. Lê dewleta Tirk ji vê pêvajoyê sûd wergirtiye û operasyonên nû daye destpêkirin. Ger ev êrîş berdewam bikin, wekî ku hêzên gerîla jî diyar kirine, li ser bingeha mafê parastina rewa dê bersivek bihêztir were dayîn."
Saadet Kuran jî axivî û wiha got: "Ger bi rastî jî behsa pêvajoyek aştiyê were kirin, divê li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin. Êrîşên li ser qadên gerîla li derveyî aştiyê ne. Gelê Kurd wê di her şert û mercî de berxwedana xwe bidomîne."
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.