YPJ'yiyên enternasyonal tevlî şerî li dijî dagirkeriya Tirk dibin

Şervanên YPJ'ê yên enternasyonal gotin, "Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e."

Bi navê şervanên enternasyonal ên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî hate weşandin û hat ragihandin ku wê cihê xwe di nava refên berxwedana Efrînê de bigirin.

Şervanên enternasyonal dan xuyakirin ku ew ji bo tevlî şoreşa jinê bibin hatine Bakurê Sûriyeyê, bi vê armancê cihê xwe li nava refên YPJ'ê girtine û heta niha li dijî terora DAÎŞ'ê şer kirine.

Şervanan diyar kirin ku binketina DAÎŞ'ê ne dawiya şerê wan e û gotin, "Li Sûriyeyê gelek komên çete hene ku dixwazin têkoşîna me ya civakî qels bikin. Rêxistinên wekî Ehrar El Şam û El Qaîdeyê, ku cudahiya xwe ji DAÎŞ'ê nîne. Ew endamên artêşa azad in ku dewleta Tirk alîkariya wan dikin. Dewleta Tirk li gel wan, balafirên xwe yên şer radike û sivîlan dikuje."

Di daxuyaniyê de bang li gel hate kirin ku rabe ser piyan, li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê jî xwest ultîmatomê bidin Erdogan û gelên Bakurê Sûriyeyê biparêzin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Koalîsyona Navneteweyî divê êdî bêdeng nemîne û hat gotin, "Dîktatoriya Erdogan heta niha gelek mirov kuşt. Ji ber vê yekê, divê civaka navneteweyî êdî siyaseta wî şermezar bike û têkiliyên xwe yên bi dewleta faşîst re qut bike. Em bang li gelên Tirkiyeyê jî dikin ku li pêşberî vê komkujiyê dengê xwe bilind bikin."

Şervanên enternasyonal ên YPJ'ê dan xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk êrîşên li dijî azadiya jinê ne û gotin, "Ev heft sal in ku li Bakurê Sûriyeyê şoreşa Sûriyeyê pêk hatiye. YPJ jî parçeyek ji vê têkoşînê ye. Em li hemû qadan beşdarî jiyanê dibin û di karê ji nû ve avakirinê û geşkirina jiyanê de jin cih digirin. Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e."