Şervanên enternasyonal berê xwe dan Efrînê
Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê tevlî 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê bibin û berê xwe dan Efrînê.
Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê tevlî 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê bibin û berê xwe dan Efrînê.
"Berxwedana Serdemê" ya Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirk tê dayin, din roja 6'an de ye.
Şervanên YPG'ê yên enternayonalîst daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku wê cihê xwe di nava berxwedana Efrînê de bigirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têbikoşin.
Şervanên enternasyonal dan xuyakirin ku berxwedana Efrînê berxwedana mirovahiyê ya li dijî faşîzmê ye û gotin, mîna li Kobanê wê li Efrînê jî li dijî barbariyê şer bikin.
Komek ji şervanên enternasyonal danê êvarê berê xwe dan Efrînê.