Artêşa Tirk a dagirker sivîlekî din şehîd xist

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Cama yê navçeya Şer ya Efrînê, sivîlekî din şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Efrînê didomîne. Hêzên dagirker îro top avêtin gundê Cama yê navçeya Şera. Ji ber topbaranê welatiyekî sivîl ê bi navê Abdullqadir Hemo yê 50 salî bi giranî birîndar bû. Şêniyên gund yekser ew rakirin nexweşxaneya Avrîn. Lê belê nekarî bê rizgarkirin û Hemo şehîd bû.

Mehmûd Şêxo yê ji gundê Cama diyar kir ku  dagirkeriya Tirk gundê wan bê serûber topbaran kir  û yek ji wan topan li mala Abdullqadir Hemo ket.