Wêneyên nû yên leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku hatine kuştin

Wêneyên nû leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku dema dixwestin Efrînê dagir bikin, hatibûn kuştin.

Wêneyên nû leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku dema dixwestin Efrînê dagir bikin, hatibûn kuştin. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê du roj berê nasnameyên leşkerên Tirk belav kiribû, yên ku li Girê Qudê yê Racoyê hatibûn kuştin.

Ji xeynî nasname, ehliyet û karta xebatkariyê di wêneyên nû de tê dîtin ku nexşe û çekên artêşa Tirk jî ketine destê şervanên YPG’ê.

YPG’ê têkildarî şerê li Girê Qudê ev agahiyên hanê dabû:

“Artêşa Tirk dagirker li hemberî hêzên QSD’ê têk çûye û windahiyên xwe ji civakê vedişêre. Di şerê 5 rojan de medyaya Tirk bi tenê nasnameya 4 leşkeran eşkere kiriye lê bi dehan cenaze ketine destê QSD’ê. Em nasnameya  leşker û çeteyên kuştî hatine tespîtkirin û dîmenên nû yên malzeme û çekên leşkerî belav dikin.”