Gelê Efrînê li dij êrîşên dagirker ên dewleta Tirk in
Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gotin, ‘’Mirina te wê bê çek nebe. Mirina te wê bi destê me be, bi van çekan be. Bes tu pê li xaka me bike, tê bi van çekan bimirî.’’
Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gotin, ‘’Mirina te wê bê çek nebe. Mirina te wê bi destê me be, bi van çekan be. Bes tu pê li xaka me bike, tê bi van çekan bimirî.’’
Gelê Efrînê ku bi rojane dewleta Tirk a dagirker êrîşê bi ser wan de tîne gotin ‘’Her çawa jî be em ê xaka xwe biparêzin.’’
Efrînîyekî got her kes di şer de ye û pê de çû, ‘’ Destê Xwedê li ser YPG’ê û YPJ’ê be. Em hemû li şikeft û zindana in. Ev şer ji ser serê me kêm nabe. Tim bombe bi ser me de dibarin. Zarokên me ditirsin. Em natirsin. Em hemû li hundir in. Em karê xwe nakin. Xwedê bi hevalan re be û serfirazî ya me be.’’
Efrîniyekî ji gundê Şiyê wiha bang li Erdogan kir,’’Tu çi ji me dixwazî? Çi heqê te li me heye? Tu zarokên me û yixtiyarên me dikujî. YPG, YPJ, asayî û em hemû Efrînî ne. Em ji hev qut nabin. Em li cem zarokên xwe ne. Em ne ji balafiran ne ji topan û ji tiştekî dî natirsin.’’
Efrîniyekî dî slav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, ‘’Em bi qurbana wan hevalan bin ku niha li mewziyan in, li çiyan in.’’
Efrîniyek dî dibêje Erdogan Kurdan davêje zindana, zilmê li Kurdan dike û got, ‘’Heke tu pê li xaka Efrînê bikî wê dinya xira bibe. Em li cem zarokên xwe ne. Em ê hemû şer bikin. Heke tu pê li van xakan bikî wê destê piyên te bişkin û kor bibî. Xwedê ne bi te re ye, tu yê têk biçî.’’
Efrîniyekî dî got, ‘’Em hemû ji bo welat û xaka xwe fedaî ne. Em li pey YPG û YPJ’ê ne. Heta ku dilopek xwîna me hebe em ê li ser piyan bin. Efrîn û hemû Kurdistan yek e. ‘’
Efrînîyek dî got, ‘Em li rex YPG, YPJ’ê ne. Em di eniya berxwedanê de ne. Ev Erdogan çi ji me dixwaze. Em ji tang û topên wî, ji balafirên wî natirsin. Ti caran jî em netirsin. Heta dawî em ê li ber xwe bidin.’’