Bîlançoya duh a Efrînê: 16 çete hatin kuştin
Li Efrînê di şerê 24'ê Çileyê de 16 çete hatin kuştin.
Li Efrînê di şerê 24'ê Çileyê de 16 çete hatin kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser êrîş û şerê 24'ê Çileyê yê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya QSD'ê de hat ragihandin ku derbên giran li hêzên Tirk ên dagirker hatine xistin û herî kêm 16 çete hatine ukştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: ‘’Hêzên me duh li eniya Ezazê li ser rêya Vîlla Çelebî çalakiyek li dijî çeteyan kiriye. Di vî şerî de 9 çete hatine kuştin, 6 çete jî birîndar bûne.
Artêşa Tirk a dagirker derengiya şevê ji hêla bakur ve top avêtin navenda Cindirêsê. Li navçeya Şerawa di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şerekî giran çêbû. Di vî şerî de 3 çete hatin kuştin û hêzên dagirker heta bi derengiya şevê bi obû û hawanan êrîş anîn.
Li girê Qudê çeteyan êrîş anîn, di şer de êrîşa çeteyan hate şikandin. Li vê qadê şer hê berdewam e.
Li derdora gundê Xelîl wesayiteke dijmin hate rûxandin. Di çalakiya eyaleta Şehbayê de 4 çete hatin kuştin. Her wiha li nêzî Hirbilê jî li dijî çeteyan bi çekên ferdî çalakiyek hatiye kirin. Li vir wesayiteke leşkerî hate rûxandin. Çend çete li vir hatin kuştin û birîndar bûn tam diyar nebû.