Li Kobanê du şehîd hatin veşartin

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cengîz Mustefa yê ku li gundê Girik di encama qezayekî de trafîkê de şehîd bû û şervanê YPG‘ê Cemal Mihemed (Xebat Qeremûx) yê ku li Reqayê şehîd bûbû li Kobanê hatin veşartin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cengîz Mustefa yê ku li gundê Girik di encama qezayekî de trafîkê de şehîd bû û şervanê YPG‘ê Cemal Mihemed (Xebat Qeremûx) yê ku li Reqayê şehîd bûbû li Kobanê hatin veşartin. Bi armanca veşartina cenazeyên herdu şehîdan merasîmeke hate lidarxistin.

Li ser navê Kongreya Star, Şirîn Osman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser gelê Kurd tiştekî ne nû ye û got “Dagirkirina xaka me tiştek ne hesan e, bila dijmin nas bike ku Kurd li her deverê hene, em çawa li Kobanê bi ser ketin, em ê li Efrîn jî bi ser kevin.”

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Semîra Kaniya Kurdan banga “Bila tu kes li hemberî êrîşên li ser Efrînê û herêmên me bê deng nemîne” kir û got ku ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û bi serkefin” kir.

Girse cenazeyên herdu şehîdan li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.