BERXWEDANA SERDEMÊ DI ROJA 6'AN DE YE
Hûn dikarin rewşa dawî ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirkan tê kirin, ji Bloga me ya zindî bişopînin.
Hûn dikarin rewşa dawî ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirkan tê kirin, ji Bloga me ya zindî bişopînin.
Li navçeya Şera ya Efrînê leşkerên Tirkiyeyê piştî êrîşa obusan xwestin têkevin navçeyê. Vê hewldana leşkerên Tirk ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin.
22:21Artêşa Tirk bi top û obusan êrîşî gundê Qestelê yê navçeya Şera ya Efrînê dike.
20:40Tankên artêşa Tirkiyeyê ya dagirker bombeyan diavêjin gundê Zormixarê ya ku 30 kîlometreyan li bakurê rojavayê Kobaniyê ye.
20:38Hêzên Tirkiyeyê tên dagirker ên ku êrîşên xwe yên li dijî Efrînê didomînin, derbên giran dixwin.
Hate ragihandin ku li Racoyê 2 tankên din ên Tirkiyeyê hatine îmhakirin.
20:16Balefirên şer ên Tirkiyeyê Raco bomberdûman kir. Li Bilbilê jî şer didome.
17:26Li gundên Qurne û Şingilê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker şerekî giran heye.
Di heman demê de dema ku artêşa Tirk a dagirker dixwest têkeve Cindirêsê rastî mudaxeleya tund a şervanên QSD’ê hatin.
Hat diyarkirin ku êrîşên hêzên dagirker li vê derê hatiye şikandin û artêşa Tirk û çeteyên wê xwe ji herêmê vekişandine.
15:58YPJ’ê dîmenê şer û berxwedana li dijî artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê yê li navçeya Bilbilê belav kir.
15:46
Konseya Rêveber a KCK’ê berxwedaniya dîrokî ya Efrînê weke berxwedaniya mirovahiyê slav kir û got ew gelê Efrînê û şervanên ku parastina niştimanê xwe dikin slav dikin.
15:28
Elmanya beriya niha tangên “Leopard-ll” firotîbûn artêşa Tirkiyeyê, ji ber ku artêşa Tirk di êrîşa li dijî Efrînê de tang bi kar anî, hikûmeta Berlinê biryar da ku plana modernîzekirina tangên Leopard bisekinîne.
15:26
Şervanên QSD`ê êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ibêdan ê navçeya Bilbilê şikand. Şervanan derbeyên giran li hêzên dagirker xistin.
Her wiha li derdora gundê Hemamê şerên giran di navbera şervanên QSD û hêzên dagirker de rû didin.
15:25
14:36
Ji bo 18 Efrîniyên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, merasîma cenaze hate lidarxistin.
13:40
Ji bo 15 şervanên QSD û YPG/YPJ û 3 sîvîlên ku di encama êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê ên ji erdê û hewayê de şehîd ketin, li Efrînê merasîma cenazeyan pêk hat.
Li pêşiya nexweşxaneya Efrînê gel civiya û darbestên kesên jiyana xwe ji dest dane hildan ser milan. Di dema meşê de gel gelek caran diruşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Efrîn wê bibe gora faşîzmê” qîriya.
13:30
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî merasîma dîplomayê ya gerîlayên nû yên HPG û YJA Starê bû û got, "Ji bo parastina Efrînê em ê seferber bibin."
13:29
Ji bo şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li ser Efrînê, bi ronahiyê nivîsa "Efrîn ez im" (Je suis Afrin) li ser avahiya Serokwezaretiya Elman hate nivîsandin.
12:38
Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê tevlî 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê bibin û berê xwe dan Efrînê.
12:10
Artêşa Tirk a dagirker sivîlekî din şehîd xist
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Cama yê navçeya Şer ya Efrînê, sivîlekî din şehîd bû.
11:17
Bîlançoya duh a Efrînê: 16 çete hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser êrîş û şerê 24'ê Çileyê yê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya QSD'ê de hat ragihandin ku derbên giran li hêzên Tirk ên dagirker hatine xistin û herî kêm 16 çete hatine ukştin, gelek çete jî birîndar bûne.
11:13
YPJ'yiyên enternasyonal tevlî şerî li dijî dagirkeriya Tirk dibin
Şervanên YPJ'ê yên enternasyonal gotin, "Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e."
Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê di roja 6'an a 'Berxwedana Serdemê' de daxuyanî da û got, "Em ê axa Efrînê bikin gora dewleta Tirk û çeteyên wê. Em ê bikin ku ji hatina xwe poşman bibin.
'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk tê dayin di roja 6'an de ye.
Dagirkerên Tirk duh bi şev jî êrîşî Efrînê û navçeyên wê kirin. Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê destnîşan kirin ku wê berxwedanê geş bikin.
CINDIRÊSÊ
Navçeya Cindirêsê û gundên wê heta niha bûye hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk û gelek sivîl lê hatin kuştin, duh bi şev jî ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatin bombekirin. Saet 22'an artêşa Tirk a dagirker top avêt navenda navçeya Cindirêsê. Heman wextê balafirên şer jî bombe li gundên Hemamê û Dîwayê barandin.
BILBILÊ
Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê saet 18:20'î jî êrîş bir ser gundê Şêr Xorzê yê navçeya Bilbilê. Li ser encama vê êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket.
MINBIC
Artêaş Tirk a dagirker ku firsendê dibîne êrîşî bajarên Dêrik, Qamişlo û Serêkaniyê yên Herêma Cizîrê dike, duh bi şev top avêt gundê li rojavayê Minbicê.
Çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand, dema ku balafirên koalîsyonê li ser Minbicê difiriyan, artêşa Tirk a dagirker obus avêtiye herêmê. Hat ragihandin ku obus li erdekî vala ketiye.
DAXUYANIYA YPJ'Ê: DEWLETA TIRK WÊ POŞMAN BIBE
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di roja 6'an a berxwedana Efrînê de daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku wan dewleta Tirk têk birine.