Li Salona Boothroy a Parlamenta Îngilistanê dokûmantera bi sernavê 'Rojava - Di navbera demokrasî û şer de' hate nîşandan. Çalakî ji aliyê Nûnertiya Îngilistanê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Centre for Kurdish Progress û MailOnline ve hate lidarxistin.
Nûçegihanê Nûçeyên Derve yê MailOnline David Averre û Derhênera Dîmen Charlie Craven ku dokûmanter amade kirin, piştî lawazbûna rejîma Esad a li Sûriyeyê çûn Rojava û şert û mercên siyasî û ewlekariyê yên herêmê bi xwe dîtin. Dokûmantera ku di çalakiyê de hate nîşandan qala modela xwerêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêvajoya jinûve avakirina herêmê ya piştî DAÎŞ'ê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike.
Di dokûmanterê de cih ji hevpeyvînên bi nûnerên siyasî yên payebilind ên li Rojava re tê dayin, hevpeyvînên taybet ên bi Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed û Berdevkê YPG'ê Siyamed Elî hate nîşandan. Her wiha modela civakî ya li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo hate avakirin weke projeya herî pêşverû ya şoreşger a li Rojhilata Navîn hate destnîşankirin.
Akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Piştî nîşandana dokûmanterê beşa pirs û bersivan pêk hat û mijarên çeteyên DAÎŞ'ê yên li kampên Hol û Rojê têne ragirtin, pêvajoya danûstandinan a navbera rêveberiya Şamê û Rêveberiya Xweser, banga aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan, biryarên kongreyê yên PKK'ê û bandora vê yekê li ser têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê hatin nirxandin.
Nûnerê Îngilistanê yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Dr. Mihemed Mistefa ku beşdarî nîşandana dokûmanterê bû, anî ziman ku heyetên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin bi taybetî li ser bingeha mafên destûra bingehîn ên Kurdan dest bi kar kirine.
Di çalakiyê de her wiha bavê şervana dilxwaz a Brîtanyayî Anna Campbell, Dirk Campbell jî amade bû ku Anna Campbell li Rojava li nava refên YPJ'ê jiyana xwe ji dest da. Campbell têkildarî kar û kampanyayên piştî şehadeta keça xwe li Îngilistanê li hikumetê û Wezareta Karên Derve meşand, agahî da beşdaran.