QSD: Kîlîs ji aliyê îstîxbareta Tirk ve tê bombekirin

Navenda Têkiliyên Gel a QSD’ê diyar kir ku Kîlîs ji aliyê îstixbareta Tirk ve tê bombekirin û bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên qirêj hestiyar bin.

Berpirsê Navenda Têkiliyên Gel a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Redûr Xelîl bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan a li Kîlîsê civaka navnetewî dixapîne û dixwaze bi vê re hinceta dagirkirina Efrînê derbixe.

Xelîl diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li beramberî berxwedana gelê Efrîn û hêzên QSD’ê ti encamek bi dest nexistiye û wiha got; “Ji ber vê sedemê dewleta Tirk bi van êrîşên xwe yên qirêj û derveyî qanûnên şer bi qetilkirina sivîlan re sûcê şer dike. Gelê Efrînê yê bê parastin û bê çek bi balafirên şer û topan bombebaran dike.”

Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tirsandinê dixwaze sivîlan ji xakên wan bide koçberkirin û wiha domand; “Li aliyê din dewleta Tirk bi rêya rêxistina îstixbaretê sivîlên li Kîlîsê bombebaran dike û bi vê re dixwaze civaka navneteweyî bixapîne û dixwaze bide bawer kirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) sivîlan dike hedef.”

Redûr Xelîl got ku dewleta Tirk a dagirker bi van pêkanînên xwe re hinceta dagirkirina Efrînê dixwaze ava bike û wiha domand; “Li Kîlîsê bi taybet sivîl tên hedef kirin. Divê raya giştî li dijî van pêkanînên qirêj ên dewleta Tirk bihestiyar be û bila baş bizanibin ku hêzên me heya niha sivîl nekirine hedef û ji niha şûnde jî sivîlan nake hedef.”

Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk bi zextan dixwaze koçberên Sûriyeyê yên li kampan bike çete û wiha got; “Ev rewş li gorî qanûnên navnetewî û sûcê şer e. Divê qanûnên navnetewî kesên ku van sûcan dike ceza bike.”