BI DÎMEN

FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

Festîvala Fîlm Dokûmanter a FîlmAmed îsal cara 9'emîn pêk tê. Endamê Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî got, "Festîvaleke rengîn li benda me ye."

EMÎN ÎSÎ

FîlAmed piştî navbera ji salekê careke din destpê dike. Çalakiya ku yekemcar sala 2011'an li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn a ser bi Şaredariya Peyasê bi navê 'Rojên Fîlm' destpê kir, di heman demê de veguherî festîvala fîlman a dokûmanter. Festîval di sala 2016'an de bi darbeya qeyûm re zehmetî kişandibe jî karên xwe dewam kir. Festîvala 9'emîn bi pêşengiya Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û bi hevkariya Şaredariya Peyasê wê di navbera 26-30'ê Îlonê de pêk were. Dirûşma îsal a festîvalê di heman demê de naveroka wê bi vî rengî ye: 'Kok... Gotinên rasteqîn ên li dora agir..."

Têkildarî festîvalê, Endamê Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî ji ANF'ê re axivî.

ZEXTEKE CIDÎ LI SER ÇAND Û HUNERÊ HEYE

Îsî bal kişand ser amadekariyên Festîvala Fîlmên Dokûmanter a FîlmAmed û got, "Di nava 8 salan de me karîbû 4 festîvalan lidar bixin. Bi taybetî festîvala dokûmanteran a Kurd; ji bo meseleyên civakî û hişê civakê Festîvala Fîlmên Dokûmanter a FîlmAmed gelekî girîng bû. Piştî qeyûman îsal careke din bi şaredariyê re em dikarin festîvalê lidar bixin. Li bajêr bi rengekî cidî texrîbateke mezin a 8 salan a qeyûm heye. Li Kurdistanê li ser çand û hunerê sansur û zextek heye. Li hemberî vê yekê nîşandana fîlmên dokûmanter ên li ser hiş û bîra civakê li devereke weke Amedê gelekî girîng e."

FÎLMAMED YEKANE FESTÎVALA DOKÛMANTERAN A LI KURDISTANÊ YE

Îsî destnîşan kir ku komîteya festîvalê mehekê li ser dirûşma festîvalê nîqaş kir û got, "Dirûşma ku me diyar kiriye veggotina sînema û konsepteke jinûve şînbûna li ser koka xwe û veguherîna cewherî ye. Me dirûşma xwe bi vî rengî diyar kir. Ji Kurdistanê, Tirkiye û welatên cuda 771 fîlman serlêdan kirin. Lidarxisitna festîvalekê bi tena serê xwe qadeke zehmet e. FîlmAmed yekane festîvala fîlmên dokûmanter a Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ji bo me gelekî girîng e. Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin. Em zanin ku li Kurdistanê qirkirina bîrê tê kirin. Li hemberî vê qirkirinê vegotina çîrokan, jibîrnekirina wan, eşkerekirina heqîqetê divê bê kirin. FîlmAmed jî bi vê mîsyonê radibe."

FESTÎVALEKE RENGÎN LI BENDA ME YE

Îsî got, "Festîvaleke rengîn li benda me ye" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji çar aliyên cîhanê eleqe ji bo festîvalê heye. Me îsal hewl dan dîmenên gelekî rengîn bikişînin. Festîvaleke ku qala çîrokên ji cîhanê dike, li benda me ye. Di dema festîvalê de wê forûm û perwerde jî bêne lidarxistin."