18 şehîdên Efrînê hatin veşartin

18 kesên di êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Ji bo 18 kesên ku ji ber êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûyîn li Efrînê merasîmek hate lidarxistin.Gel li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn li hev civiyan û darbestên şehîdan danîn li ser milê xwe û meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Efrîn wê ji faşîzmê re bibe goristan’ hatin berzkirin.

Di roja 6’an a êrîşên dewleta Tirk a dagirker de heta niha 35 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran jî girane.