Wekîlên Swêdê: Divê Tirkiye êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike

Parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda yê Swêdê ku me raya wan pirsî gotin êrîşên artêşa Tirk ên bi ser Efrînê de wê şerê navxwe yê Sûriyê geştir bike û xwestin Tirkiye dev ji helwesta dijminane ya li ser Rojava biqere.

Wekîlê Partiya Lîberal Fredrîk Malm got êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê ku gelek penaber lê dijîn wê aramiya herêmê têk bibe û got, ‘’Cîranê DAÎŞ’ê bû qet ji vê aciz nabû, lê dema ku Kurdan rêveberiyeke xweser ava kirin ji bo ku vê asteng bikin dest bi rêbaza leşkerî kirin’’ û li dijî polîtîkaya dij-Kurd a Tirkiyê helwesta xwe diyar kir.

Malm got divê dinya êrîşên Tirkiyê şermezar bike û domand, ‘’Divê Swêd dengê xwe bilindtir bike û êrîşan şermezar bike. Lê beriya her tiştî divê DYA û Rûsya ku li herêmê karîger in bibin xwedî helwest.’’

Malm diyar kir ku Bakurê Sûriyê xwedî mozaîkekê ye, gel û baweriyên cihê lê dijîn, li gel YPG’ê DAÎŞ, OSO û hêzên rejîmê li herêmê ne û got, ‘’Êrîşeke nû ya bi ser herêmê de dibe ku bibe sedema pêlên nû yên penaberan. Êzîdiyên  ku li vê herêmê dijîn dibe ku fikara ku DAÎŞ were herêmê bi wan re çêbibe. Êrîşên Tirkiyê dibe ku rewşê pir tevlîhevtir bike.’’

ERDOGAN JÊ NE XWEŞ E KU EFRÎN BIBE MÎNAK

Parlamenterê Partiya Çepgir Danîel Rîazat got êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de ne surprîz e, ew şaş nemane û wiha pê de çû: ‘’Piştî ku Kurdan DAÎŞ ji herêmê derxistin têkiliya dinyaya derve ya li herêmê kêm bû û Tirkiyê êrîşên xwe yên bi ser herêmê de zêde kirin.’’

Rîazat got ne tesadûf e ku Tirkiye êrîşê dibe ser Efrînê ku cihê herî aram û rêxistinî yê Sûriyê ye û wiha domand: ‘’Efrîn cihekî wiha ye ku gelên cuda bi aştî bi hev re dijîn û bajêr bi hev re bi rê ve dibin. Erdogan ditirse ku gel bi hev re bijîn û Efrîn ji Rojhilata Navîn re bibe mînak.’’

Rîazat got Erdogan çavê wî bar nabe ku li herêmê pergaleke demokratîk çêbibe, Rojavayî dibêjin ew li dijî terorîzmê ne lê di heman demê de li ser êrîşên Tirkiyê ya li ser wan hêzên ku terorîzm têk birin bêdeng dimîne û her wiha kuştina sivîlan temaşe dike.

Rîazat got dewleta Tirk ji bo ku êrîşên xwe rewa bike YPG’ê bi PKK’ê re têkildar nîşan dide û wiha domand: ‘’Pirsgirêk ew e ku dinyaya derve rêxistina mezin û girseyî ya Kurdan PKK’ê weke terorîst dibînin. Erdogan her dema ku li dijî Kurdan şer dike vê argûmanê bi kar tîne. Dibêje li dijî terorîstan şer dike lê em baş dizanin ku ne wiha ye.’’

DIVÊ ROJAVAYÎ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN

Rîazat got bi rastî jî heke dinyaya Rojava dixwaze destekê bide têkoşîna Kurdan divê PKK’ê ji nav lîsteya terorê derxin û firotina çekan a ji bo Tirkiyê bidin rawestandin.

Rîazat tiliya xwe pê ve kir ku Artêşa Azad a Sûriyê ku DYA’yê çekdar kiriye bi artêşa Tirk re li Efrînê êrîşê bi ser Kurdan de dibe û got, ‘’Hêzên ku demekê ji bo dijî Esad şer bikin hatibûn çekdarkirin niha ji Tirkiyê pere û çekan distînin û êrîşê bi ser Kurdan de dibin û ev nayê qebûlkirin.’’

ARTÊŞA TIRK Û OSO WÊ TÊK BIÇIN

Rîazat got hêzên YPG/YPJ’ê ku li Kobanê û Reqayê DAÎŞ têk birin wê artêşa Tirk û hêzên ‘OSO’ jî têk bibin û got, ‘’Ji bo ku ev pêk were pêdivî bi desteka me heye. Di vê mijarê de çi tişta were ser me em ê bikin.’’

Rîazat li ser tiştên ku divê hikûmeta Swêd bike jî got, ‘’Li dijî hikûmeta Tirk dikare bibe xwedî helweste tund. Divê pereyên ku ji bo peymana penaberan dide rawestîne. Divê firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestîne. Divê bang li sefîrê Tirk bike û êrîşên li ser Efrînê protesto bike.’’

TIRKIYE BI LEZGÎNÎ DIVÊ ÊRÎŞÊN XWE YÊN SER KURDAN RAWESTÎNE

Parlamenterê Partiya Karker a Demokratên Sosyol  û Endamê Komîsyona Derve ya Parlamentoyê Anders Osterberg jî got êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê Sûriyê zêdetir ne aram dike û bang kir ku hikûmeta Tirk zû êrîşên xwe yên li ser Efrînê rawestîne.

Osterbeg şerê leşkerî yên ku tund dibin, dibine sedema kuştina sivîlan û got,’’Tirkiye divê demildest dawî li êrîşên xwe yên ser Kurdan bîne. Êrîş krîza Sûriyê girantir dikin.’’

Ostenberg bi berdewamî got heke li Sûriyê aştiyeke mayinde tê xwestin PYD jî di nav de divê hemû hêz li ser masê bin û li derve hiştina hêzekê ya di hevdîtinên aştiyê de nayên qebûlkirin.

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ WÊ  ZIYANÊ BIDE ENDAMTIYA TIRKIYÊ YA YE’YÊ

Ostenberg herî dawî got, ‘’Rewşa Efrînê divê dîsa wer NY’yê û gotûbêjkirin. Êrîşên li ser Efrînê wê ziyanê bidin endamiya Tirkiyê ya li YE’yê. Hikûmeta Swêd rewşê ji nêz ve dişopîne û dixwaze dawî li tundiyê were’ û xwest ku Tirkiye hurmetê ji yasayên navnetewî re bigire dawî li êrîşên xwe yên li ser Efrînê bîne.