'Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye'

Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ya jinên Kurd ji bo guherîna Rojhilata Navîn girîng e û got, "Di bingeha guherîna civakî ya li Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye."

OZGUL SAKÎ

Banga Rêber Apo ya ji bo jinan bala raya giştî kişand. Bi taybetî daxuyaniyên ku destnîşan dikin, jin di bingeha têkoşînê de ne, li Tirkiyeyê li nava tevgerên jinan têne nîqaşkirin.

Ji femînîstên Tirkiyeyî Parlamentera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakî li ser vê bingehê qala dîroka têkoşîna aştiyê ya jinê kir.

'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA JINAN DIGIHÊJE HETA YEWNAN A ANTÎK'

Ozgul Sakî got, "Em dikarin dîroka têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bigihînin heta Yewnan a Antîk. Di lîstika 'Lysistrata' ya Aristophanes de ku weke yekemîn şanoya li dijî şer tê naskirin, qala têkoşîna jinan dike ku ji bo bidawîkirina şerê navbera Atîna û Spartayê hewl didin. Hem jinên Atînayî hem jî jinên Spartayî ku ji ziyana bi salan a şer bêzar bûne, ji bo aştiyê xwe bi rêxistin dikin.

Serdema navîn jî ji bo milkiyeta axê û danheviya sermayeyê ya destpêkê serdema şerê li dijî jinan e. Lê belê bi Şoreşa Fransayê re di serdema nûjen de jin ne tenê mexdûrê şer in; her wiha weke hêmana polîtîk hem beşdarî pêvajoyên şer dibin hem jî pêvajoyên aştiyê.

Tenê çar sal piştî Şoreşa Fransayê sala 1891'ê Olympee de Gouge got, di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de navê jinê nîne û 'Danezana Gerdûnî ya Mafên Jinan' eşkere kir. Di heman demê de li Îngilistanê Mary Wolstonecraft 'Hinceta Mafên Jinan' nivîsî. Piştre di pêvajoya Komun a Parîsê de jinên komunar hem tevlî parastina Parîsê bûn hem jî li hemberî helwesta serwer a mêr a komunê têkoşiyan.

Ber bi dema nêz ve jî ji bo bidawîkirina şer, jin tevlî ti saziyeke navneteweyî nehatin kirin. Mînak li Îngilistanê 'Civaka ji bo Teşwîqkirina Aştiya Mayinde û Gegrdûnî' sala 1812'an ava bû. Bêguman ji tevlî civakê nebûn, ji wan re hate gotin, tenê dikarin nameyê bişînin. Sala 1840'î ji koloniyên DYE, Fransa û Brîtanyayê bi beşdariya 409 delegeyan 'Konferansa li dijî koletiyê' hate lidarxistin. Di nava konferansê de delegeyên jin hebûn, lê belê destûr ji wan re nehate dayin ku biaxivin. Piştre sala 1849'an li Parîsê di 'Kongreya Aştiyê' de Anne Knight pêşniyar kir ku 'Ji bo aştî û azadiyê yekîtiya jinan a navneteweyî' bê avakirin.

Dûre di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, di pêvajoya Şoreşa Sowyetê de, di têkoşîna li dijî faşîzmê ya li Ewropayê de jinan hem bi rêxistiniya xwe hem jî bi çalakiyên xwe di nava têkoşîneke serbixwe de gotinên xwe her tim gotin, weke hêmaneke çalak a dîroka têkoşînên civakî û siyasî lêgerîna xwe ya li aştiya kolektîf dewam kirin.

Bêguman ev têkoşîn ne tenê li cografyayekê bû; têkoşîna aştiyê ya jinan ji destpêkê ve têkoşîneke enternasyonal bû. Îro jî ji Abya Yala heta Rojhilata navîn, li her parçeyekî ser rûyê erdê bandora xwe heye."

'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA JINAN NE TENÊ LI HEMBERÎ SERWERIYA MÊR, HER WIHA LI DIJÎ MÊTINGERÎ Û KOLETIYÊ YE'

Ozgul Sakî anî ziman ku israra jinan a ji bo aştiyê divê ne tenê weke rabûna li ber serweriya mêr bê pênasekirin û destnîşan kir ku di nava têkoşîna aştiyê de têkoşîna li hemberî bûrjûvazî û mêtingeriyê jî heye.

Ozgul Sakî got, "Em, ku li dijî sîstema bindestiyê û mêtingeriyê têdikoşin, divê zanibin ku cîhaneke din pêkan e; ji xwe bawer bin ku jiyaneke civakî ava bikin ku bibe dilê cîhana bê dil, ji îro ve rêxistiniya xwe li gorî nirxên xwe yên jiyanê veguherînin. Divê em bi vê berpirsyariyê rabin. Dikarim bibêjim ku jinên bi vê berpirsyariyê radibin û li dijî kapîtalîzma partriarkal têdikoşin hene.

Ji ber vê yekê têkoşîna aştiyê ya jinan ne tenê têkoşîna ji bo bêdengkirina çekan e -bêguman ev jî gelekî girîng e- di heman demê de têkoşîneke azadbûnê ye."

'LI ROJHILATA NAVÎN DI BINGEHA GUHERÎNÊN CIVAKÎ DEE TÊKOŞÎNA JINÊN KURD HEYE'

Parlamenter Ozgul Sakî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn di bingeha guherînên bingehîn de têkoşîna jinên Kurd heye, bi taybetî avakirina Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak û got, "Eger îro li Rojhilata Navîn wê qala aştiyê bê kirin, şertê yekane yê vê yekê bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê ya li ser xaka Fîlîstînê ye, qebûlkirina rastiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e ku li hemberî asîmîlasyon, tinebûn û bêstatuyê dimeşînin."

Di dewama axaftina xwe de Ozgul Sakî diyar kir ku li Rojhilata Navîn yên ku guherîna herî bingehîn pêk anîn, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e û got, "Berxwedana bêhempa ya ku li hemberî komkujeriya DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê nîşan dan û jiyana civakî ya nû ya li Rojava ava kirin, ne tenê ji herêmê re her wiha ji tevahiya cîhanê re bû îlham ji gelan re ku ji bo aştî, azadî û wekheviyê têkoşînê dimeşînin.

Têkoşîna hevpa a Dayikên Aştiyê jî weke Înîsiyatîfeke aştiyê ya xweser a vê xakê rêveçûna dîrokê guhert. Têkoşîna Dayikên Aştiyê ku bi xavika spî bû sembol, têkiliyeke xurt a piştevaniyê bi dayikên Plaza de Mayo yên li Arjantînê re danî ku bi xavikên xwe yên spî nobed girtin.

Bi Kongreya NADA ya 1'emîn re ku meha Gulanê li hev kom bûn, ev danheviya dîrokî gihîşt asteke nû. Belê li cografyayeke bi vî rengî ku veguheriye qada şer û komkujiyan, jin di aştiyê de israr dikin. Di bingeha vê de jî hesreta jinan a ji bo jiyaneke civakî heye ku biryarên xwe yên li ser paşeroja xwe bi xwe bidin, baweriya bi destketiyên têkoşîna xwe heye."

WÊ DEWAM BIKE...