Li Minbicê êrîşa çeteyên dewleta Tirk hate şikandin
Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ‘Mertala Firatê’ li gundê Emcelûd ê Minbicê êrîşî cihên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin û êrîşên çeteyan hate şikandin.
Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ‘Mertala Firatê’ li gundê Emcelûd ê Minbicê êrîşî cihên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin û êrîşên çeteyan hate şikandin.
Navenda Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ‘Mertala Firatê’ li gundê Emcelûd ê Minbicê êrîşî cihên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên çeteyan hatiye şikandin û li derdora gund şer didome.