Li Qenayê êrîşên dewleta Tirkiyeyê a dagirker hatin protestokirin
Li Qenayê ya ku li rojavayê Kantona Kobanê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.
Li Qenayê ya ku li rojavayê Kantona Kobanê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.
Li navçeya Qenayê ya ku li rojavayê Kantona Kobanê ye, bi hezaran kes daketin qadan.
Di meşê de bi hezaran kes ji gundan hatin bajêr û sloganên ji bo ‘Berxwedana Serdemê’ hatin berzkirin.
Meş li dawiya rêya Şiyuh-Qenayê bi dawî bû û endamê TEV-DEM’Êê Sûad Demîr li vê derê diyar kir ku, artêşa Tirk û çeteyên wê li hemberî QSD’ê têk diçin.