ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hêzên Tirk ên dagirker ji girê Quddeyê hatin qewirandin
Hêzên Tirk ên dagirker ku êrîşî girê Qudde yê navçeya Raco ya Efrînê kirin, hatin têkbirin. -
Li Efrîn û Şehbayê derba giran li hêzên Tirk hate xistin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dewam dikin. Şervanên ku parastina welatê xwe dikin, derba giran li hêzên Tirk dixin. Di şerê duh de 53 leşker û çete hatin kuştin. -
Hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin
Artêşa Tirk a dagirker ku ev 4 roj in êrîşî Efrînê dike, bi rê û rêbazên qirêj hewl dide bi pêş ve biçe. Leşker û çeteyên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî Qamişloyê dike -NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike. -
Artêşa Tirk êrîşî jin û zarokan dike
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jineke din kuşt û 2 zarok jî birîndar kir. -
Sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk li Reco yê kirî….
Em wêneyên sûcê mirovahiyê yên êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku di nava 25 saetan de li ser gundên navçeya Reco yê pêk anîn parvedikin. -
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar: Tirkiye sûcê navneteweyî dike
Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û wiha anî ziman: “Tirkiye sûcê navneteweyî dike.” -
QSD’ê gundê Qirne ji dagirkeran paqij kir
Şervanên QSD’ê gundê Qirne yê girêdayî navçeya Bilbilê ji arêtşa Tirk û çeteyên wê paqij kirin. -
‘Em ê dersekî ku ti car neyê jibîrkirin bidin çeteyên dewleta Tirk'
Ceyş El-Swar têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina li ser Efrîn û xaka Rojava daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê dersekî ku ti car jibîr nekin bidin dewleta Tirk û çeteyên ku xaka xwe firotin. -
Dîmenê çalakiya YPG’ê hate weşandin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê çalakiya li dijî leşkeran belav kir ên ku hewl didan Efrînê dagir kirin. Li gundê Hemamê yê bi ser Cindirêsê dîmenê çalakiya li dijî leşkeran hate belavkirin. -
Çavên BMGK’ê ne li Efrîn li Îdlîb û Gûtayê bûn
Di civîna lezgîn a li ser daxwaza Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan de ku rewşa Sûriye li BMGK’ê gotûbêj bikin, li şûna ku dagirkeriya Efrînê bidin rawestan, gotin bila ‘bi pîvan’tevger bikin. -
Li Girê Qestelê derbe li artêşa Tirk hate xistin: 8 mirî, 13 birîndar
Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker a li girê Qestelê de 8 leşkerên Tirk hate kuştin û 13 leşker jî birîndar bûn. -
Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de şerê dijwar
Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de li navçeyên Şera, Bilbilê, Şiye û Raco yên Efrînê şerê dijwar rû dide. -
Kurd li pêşiya NY bûn: Ev bêdengî we dike şirîkê sûc!
Kurdistanî li pêşiya Neteweyên Yekbûyî hatin gel hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bila têkevin nav hewldanan. -
Li Swîsreyê Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava hate avakirin
Li Swîsreyê bi tevlêbûna partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava hate avakirin. -
Li gundê Cilberê hejmara şehîdan bû 10
Di encama êrîşên dewleta Tirk a bi armanca dagirkirina Efrînê de, li gundê Cilberê hejmara şehîdan bû 10. -
MLKP Rojava: Şervanên MLKP di berxwedana Efrînê de cih digirin
MLKP Rojava: Mebesta dewleta Tirk wê pêk neyê. Hêzên emperyalîst û Rûsya ku rasterast piştgiriyê dide Tirkiyeyê wê di berxwedana şoreşa Rojhilata Navîn de cihê ku heq dikin bigirin. -
Li 6 bajaran çalakiyên xwedîderketina Efrînê
Li Elmanya, Îngîltere û Yûnanistanê çalakiyên xwedîderketina Efrînê hatin lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. -
Li Ewrûpayê çalakî zêde dibin: Efrîn ne bi tenê ye!
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li gelek welatên Ewrûpayê hate protestokirin. Kurdistanî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’ li qadan in. -
QSD: Berxwedanekî dîrokî tê kirin
Fermandariya Giştî ya QSD`ê îdîayên çapemeniya Tirk derewand û diyar kir ku li ser seranserî sînor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî tê kirin. -
Artêşa Tirk êrîşî jingehên welatiyên sivîl dikin
Artêşa Tirk a dagirker li jîngehên welatiyên sivîl ên di navbera Dirbêsiyê û Amûdê de ne bomberdûman dike. -
Kameramanê Ronahî Tvyê li Racoyê birîndar bû
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, kameramanê Ronahî Tvyê Zekeriya Şêxo birîndar bû. -
Nerazîbûna li hemberî Rûsyayê: Tu dibî şirîkê qetlîamê!
Nûneriya Rojava ya Rûsyayê û saziyên Kurdan ên ku li Moskowayê xebatên xwe didomînin, daxuyaniyeke hevpar weşandin û ji ber ku destûr daye dagirkirina Efrînê, Rûsya protesto kirin. -
Sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, hatin veşartin
14 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin, li Efrînê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Bîlançoya 3 rojan a li Efrînê hat eşkerekirin
Berdevkiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bîlançoya sê rojan a êrîş û şerê li Efrînê eşkere kir. Hat ragihandin ku di şer de 40 leşker û çete hatin kuştin.