Li Efrînê 2 tankên din hatin îmhakirin
Hêzên Tirkiyeyê tên dagirker ên ku êrîşên xwe yên li dijî Efrînê didomînin, derbên giran dixwin. Hate ragihandin ku li Racoyê 2 tankên din ên Tirkiyeyê hatine îmhakirin.
Hêzên Tirkiyeyê tên dagirker ên ku êrîşên xwe yên li dijî Efrînê didomînin, derbên giran dixwin. Hate ragihandin ku li Racoyê 2 tankên din ên Tirkiyeyê hatine îmhakirin.
Li navçeyên Raco û Bilbilê yên Efrînê di navbera artêşa dagirker a Tirkiyeyê û şervanên QSD’ê de şerê dijwar didome.
Li gorî agahiyan li Racoyê 2 tankên Tirkiyeyê hatine îmhakirin. Hate ragihandin ku tankek li gundê Emarayê, ya din jî li ser xeta Kom Reşê hatiye îmhakirin. Hate diyarkirin ku çeteyên di tankan de jî hatine kuştin.
Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku, di demeke nêz de wê dîmenên tankan werin weşandin ên ku hatine îmhakirin.
Hate diyarkirin ku li xeta Bilbilê jî bomberdûman didome.